Amerîka dorpêçê danî ser banka navendî ya Sûriyê  

.

Rêvebiriya Amerîkayê dorpêçan danî ser banka navendî ya Sûriyê û tevî hinek rêvebir û dezgeyên hukmî. Ragihandin ji aliyê wezareta gencîneyan ya Amerîkayê de hat kirin.

Di beyana Amerîka de hat gotin ku dorpêçan danîne ser 2 rêvebirên Sûriyê, 9 şîrket û Banka Navendî ya Sûriyê. Di beyanê de hat gotin ku dorpêç bo rejîm zilma ser xelkê kêm bike hatine danîn. Wezîrê xezînê yê Amerîkayê Steven Mnuchin di mijarê de got ku dê hemû alavên di destên xwe de bikarbîne da ew kesên li rex rejîmê ciyê xwe digre aşkera bibin û dê Amerîka li cem xelkê Sûriyê be.

Li aliyê dinê wezâreta karên derve ya Amerîkayê ragihand ku wê 6 kesên din ku di nav wan de Esma Esed û endamên malbatê hene, wê dorpêçan deynin ser wan. Wezîr Mike Pompeo ragihand ku rejîma Esed red dike dawî li şer bîne û nahêle çareseriya siyasî çêbibe.

Pompeo got ku wê ji wan kesên ku şer didin dewamkirin hesab bipirsin, bo dahatûya Sûriyê ancax xelkê Sûriyê biryarê bide, ji destpêka şer heya niha Amerîkayê 12,2 mîlyar dolarî zêdetir pere bo mijarên mirovî li Sûriyê serfkiriye û dê zorê bidin ser rejîma Esedî.

Amerîka Haberleri

Li qada festîvalê gule reşandin: Gelek birîndar hene
Trump karekî nû da Tom Barrack
Ednan Berî: 19 hezar û 400 mamosteyên Rêveberiya Xweser derbasî pergala wezaretê bûn
PDKÎ: Bi dron û mûşekan êrişî kampên me hat kirin
Parêzgariya Stenbolê amarên desteserkirinên 1ê Gulanê eşkere kirin