Amerîka dorpêçê danî ser 6 şîrketên din

Amerîka dorpêçê danî ser 6 şîrketên din

Rêvebiriya Amerîkayê ragihand ku bi sedema bi şîrketa Îranê ya karê keştîgeriyê (IRISL) re di nava hevkariyê de ne, dorpêçê danî ser 6 şîrketên navdewletî. Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Mike Pompeo ragihandinekî nivîskî kir.

Pompeo ragihand ku Îran şîrketa lojîstîkê ya IRISL bo pêdiviyên xwe yên ku bi wan dikare sîlihên balistik û fuzeyên nukleerî de bikarbîne, şîrketa navborî bikartîne û şîrketê di meha hezîrana borî de xistibû lîsteya dorpêçê. Şîrketên dinan jî hişyarî dabûn wan da bi heman şîrketê re hevkarî nekin.

Tevî hişyariya Amerîkayê, şîrketa bi navê Reach Holding Group ku navenda wê Çîne, Reach Shipping Lines, Delight Shipping Co, Gracious Shipping Co, Noble Shipping Co û Supreme Shipping Co bi temamî 6 şîrketan xistine lîsteya dopêçan. Navên du kesan jî xistine lîstê ku ew jî bizanîn ji Îranê re mal xizmetê dikin. Lê Pompeo navên her dû kesan negotiye.

 

Amerîka Haberleri

RAPOR | Amerîkayê binpêkirinên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê eşkere kir
Televîzyona Îsraîlê: Kabîneya Şer biryar da ku bersivê bide êrişa Îranê
Wê bombeyên atomî li F-35an bên montekirin
Senatoya DYAyê pêşnûmaya rawestandina frotina F-16 ya ji Tirkiyeyê re red kir
Kompanyayên navdewletî ji Tirkiyeyê vedikişin