Amerîka dixwaze pêwendîyên Îran Û Herêma Kurdistanê ji holê rake

Parêzgerê Sine ya Rojhilatê Kurdistanê dibêje, Amerîka hewil dide, pêwendîyên navbera Îranê û Herêma Kurdistanê bi dawî bîne.

Parêzgarê Sine ya Rojhilatê Kurdistanê dibêje, Amerîka hewl dide, peywendiyên navbera Îranê û Herêma Kurdistanê bi dawî bîne.

Behmen Muradniya di hevdîtinekê de li gel Cîgirê Serokomarê Îranê yê bo karûbarên destûrî ragihand, xelkê Kurdistanê ew bendewarî li desthilatê heye ku di asteke bilind de, berpirsatiyê bide kesên şareza yên Kurd û Sunnî mezheb.

Muradniya herwiha diyar kiriye, eger taboya paşguhxistina Kurd û Sunnî mezheban di rêveberiya Îranê de bê şikandin, ew yek dê bibe pêngaveke mezin jibo bidestxistina razîbûna xelkê Kurdistanê.

Parêzgarê Sineyê di derbarê peywendiyên navbera wê parêzgehê û Herêma Kurdistanê de jî dibêje, di warê kulturî, netewî û civakî de,ti cudahî di navbera Sine û Herêma Kurdistanê de nîne, lê hikûmeta Iraqê piştevaniya pêşveçûna peywendiyan nake.

Behmen Muradniya di beşeke axavtina xwe de rexen li siyaseta Amerîkayê digire û destnîşan dike, Amerîka hewleke zêde dide ku dawî li peywendiyên navbera Îranê û Herêma Kurdistanê bîne.

Parêzgeha Sine dikeve Rojhilatê Kurdistanê û rûberê wê 29,137 kîlometrên çargoşe ye û li gor amarên fermî yên Îranê, di sala 2016an de 1,601,000 kes li wê parêzgehê dijîn.

Parêzgeha Sine bi Başûrê Kurdistanê re sînorê hevbeş heye.

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist