‘Amerîka dixwaze hêzên xwe yên Încîrlikê veguhêze Yûnanistanê’

‘Amerîka dixwaze hêzên xwe yên Încîrlikê veguhêze Yûnanistanê’

Senatorê Komarî yê Amerîkî Ron Johnson, ji medya Amerîkî re ragihand, Washington ji ber polîtîkayên Tirkiyê yên ‘nerihetiyê didin’ difikire ku hêzên xwe yên asîmanî yên li Baregeha Asmanî ya Încîrlikê veguhêze Yûnanistanê.

Senatorê Amerîkî yê Serokê Komîteya Pêwendiyên Derve yên Ewropayê Ron Johnson, ji weşana Washington Examiner re plana veguheztina hêzên Amerîkî yên li bargeha Încîrlikê bibîr xistiye û gotiye, "Em nizanin wê çarenivîsa Încîrlikê çawa bibe. Em ya herî baş hêvî dikin, lê divê em ji bo senaryoya herî xirab jî plana xwe amade bikin.”

Johnson herwiha bibîr dixe ku bi taybet piştî hewla darbeya 15ê Tîrmeha 2016an, Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan, bargeha Încîrlikê gelek caran wekî şantaj bikar aniye.

 

Amerîka Haberleri

Li qada festîvalê gule reşandin: Gelek birîndar hene
Trump karekî nû da Tom Barrack
Ednan Berî: 19 hezar û 400 mamosteyên Rêveberiya Xweser derbasî pergala wezaretê bûn
PDKÎ: Bi dron û mûşekan êrişî kampên me hat kirin
Parêzgariya Stenbolê amarên desteserkirinên 1ê Gulanê eşkere kirin