Amerîka dixwaze cezayên li ser Îranê tundtir bike

.

 Piştî çend rojan ji rawestana gera heftem a gotûbêjên taybet bi zîndîkirina rêkeftina etomî, şandên Almanya, Brîtanya, Fransa, Rûsya û Çînê ji paytextên welatên xwe vegeriyan Vîyena ji bo ku nêrînên hikûmetên xwe ên derbarê daxwazên Tehranê bigehînin şanda Îranî.

Welatên Yekîtiya Ewropayê (YE) daxwaz ji şanda Îranê kiribûn ku vê carê bi daxwazeke lojîkiyanetir beşdariyê di civînan de bike. Roja Pêncşembê civîna wan tenê demjimêrekê berdewam kir.

Nûnerê Yekitiya Ewropayê ku serperiştiya civînan dike, dibêje, hemû alî dixwazin bigehin rêkeftinê, lê helwest û daxwazên wan ji hev dûr in.

Enrîkî Mora, Rêveberê Nivîsîngeha Berpirsî ya Siyaseta YE, dibêje, “Zehmet e. Ev hewleke gelek zehmet e. Hêj jî helwestên cuda hene ku pêwîst e, em wan nêzîkî hev bikin. Ev jî krokiya danûstandinan e û di siberojê de em dê bibînin ku çawa pêngavan diavêjin û çawa dikarin pêşvebiçin.”

Serokê Şanda Danûstandkar ê Rûsyayê di tweteke  xwe de danûstandinên Pêncşembê wek “avaker” bi nav dike.

Medyaya Fermî ya Îranê jî belavkiriye, şandan biryar daye ku berdewam bin di gotûbêjên li ser daxwazên Îranê de. 

Elî Baqirî Cîgirê Wezîrê Derve yê Îranê di tweteke xwe de ragihand, "Îran bi rijdî berdewam dibe li ser beşdarbûna gotûbêjan û sor e li ser gihiştina rêkeftineke baş, ku maf û berjewendiyên welatê me misoger bike.”

Wezareta Derve ya Amerîkayê dibêje, di çend rojên pêş de şandeke welatê wan  bo agahdarbûn ji danûstandinan diçe Viyena.

Medyaya Amerîkî jî belav kiriye, şandeke din a Amerîkî bi beşdariya berpirsên Wezareta Xezîneyê, serdana Îmaratê dike ji bo ku  hemû bankeyan agahdar bike ku  miameleyê ligel Îranê nekin, bi berovajî wê tên ceza kirin. Ev jî wek guvaşekê bo Tehranê ye ji bo ku di gotûbêjên Viyenayê de bi helwesteke nerm nîşan bide.

Kurdistan Haberleri

Li Hewlêr, Silêmanî û Koyeyê êriş, 4 sivîl birîndar bûn
Sibe salvegera Helebceyê ye lê çalakiyên berfireh hatin betalkirin
Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ofîsa xwe ya fermî li Qamişloyê vekir
Serokatiya Herêmê: Pêwîst e Bexda erkê xwe yê ji bo parastina nûnertiyên dîplomatîk bicih bîne
Serokatiya Herêma Kurdistanê: Em êrişa li ser Konsulxaneya Îmaratê bi tundî şermezar dikin