Amerîka dibêje: Destpêka Mijdarê vaksîna Coronayê tê dabeşkirin

 Li gor medyaya Amerîkayê, îdareya Trump daxwaz ji hikûmetên xwecihî yên wilayetên Amerîkayê kiriye ku di 1 meha Mijdarê de wate du rojan berî hilbijartinên serokatiya wî welatî, ji bo dabeşkirina vaksîna Coronayê amade bin.

Serokê Navenda Kontrolkirin û Rêgirtin li Nexweşiyan a Amerîkayê, Robert Redfiel di nameyekê de bo hikûmetên xwecihî yên wîlayetan de dibêje, navenda kontrolkirin û rêgirtin li nexsweşiyan bi awayekê bilez daxwaz ji we dike ku lezatiyê di daxwaza bi detsxistina moleta dabeşkirinê de bikin.

Herweha serokê navenda tendirustiyê daxwaz ji hikûmeta wîlayetan kiriye, eger pêwîst be dest ji hinek mercên xwe berdin ku dibin sedema rêgirtin ji destbikarbûna navendên dabeşkirina vaksînê.

Heta niha ti vaksîneke amerîkî bi fermî jibo bikaranînê neketiye ber dest, di demekê de ku du vaksîn li wî welatî di qonaxa sêyem û dawî ya ceribandinê de ne, ku ew jî vaksînên kompanyayên Moderna û Pfizer in.

Rêveberiya Donald Trump piştevaniya darayî pêşkêşî vaksîna Zanîngeha Oxford û Astra Zeneca kiriye ku niha di qonaxa dawî de ye.

Ji xeynî vaksîna Oxford û Astra Zeneca, tenê vaksînên kompaniyên Moderna û Pfizer gihiştine qonaxên sêyem û dawî.

Pêştir aliyên çêkerên wan vaksînan ragihandibûn, berî dawiya îsal yan jî destpêka sala bihê dê vaksîn bê amadekirin.

Gelek berpirsên Demokrat rexne li îdareya Trump digirin, ku nekariye weke pêwîst rê li belavûna vîrusa Coronayê bigire.

Serokê Amerîkayê nêzîkî du heftî berî niha bikaranîna plasmaya xwînê weke çaresereke baş jibo dermankirina nexweşên Coronayê pêşniyar kiribû.

 

Amerîka Haberleri

RAPOR | Amerîkayê binpêkirinên li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê eşkere kir
Televîzyona Îsraîlê: Kabîneya Şer biryar da ku bersivê bide êrişa Îranê
Wê bombeyên atomî li F-35an bên montekirin
Senatoya DYAyê pêşnûmaya rawestandina frotina F-16 ya ji Tirkiyeyê re red kir
Kompanyayên navdewletî ji Tirkiyeyê vedikişin