Amerîka: Di 20 rojan de zêdetir ji 1000 kes li Îranê hatine kuştin

Berpirsê Karûbarên Îranê li Wezareta Derve ya Amerîkayê, Brian Hook, ragihand, li parêzgehên Rojhilatê Kurdistanê û Îranê dibe hejmara kesên ku ji alîyê hêzên emnî yên Îranê ve hatine kuştin ji 1000 kesî derbas bûbe.

Navenda Nûçeyan- Berpirsê Karûbarên Îranê li Wezareta Derve ya Amerîkayê, Brian Hook di konferanseke rojnamevanîyê ya li wezareta derve ya wî welatî de, derbarê xwepêşandanên li parêzgehên Rojhilat û Îranê de axivî û got, ji wê dema ku xwepêşandanan dest pê kirine heta niha, egera wê zêde ye, “Hikûmeta Îranê zêdetir ji 1000 hemwelatîyan kuştibe.”

Brian Hook dîyar kir ku di heyama 20 rojên derbasbûyî de, li Rojhilatê Kurdistanê û Îranê “bi hezaran kes di xwepêşandanan de birîndar bûne û bi kêmanî 7 hezar kes hatine desteserkirin.”

Xwepêşandanên li Rojhilat û Îranê roja 15ê meha derbasbûyî dest pê kirin. Ew jî piştî ku hikûmeta Îranê biryar da bihayê benzînê zêde bike.

Zêdetir li 100 bajarên Rojhilat û Îranê xwepêşandan birêve çûn û hêzên emnî yên Îranî jî tundûtûjîyeke zêde li hemberî xelkê sivîl bikar anî. Herwiha hikûmeta îranê derbarê kesên ku hatine kuştin de ti amareke fermî belav nekir lêbelê Lêborîna Navdewletî ragihand ku hatîye kuştina 208 xwepêşanderan hatîye belgekirin û ew rûdan weke, ‘xwînavîtirîn xwepêşdan ji destêpêka damezrandina ‘Şoreşa Îslamî’di sala 1979an heta niha’ bi nav kir.

Rêberê Komara Îslamî ya Îranê Elî Xamineyî jî xwepêşandan weke, “Komployeke berfireh û metirsîdar a li dijî Îranê” pênase kiribû.

Herwiha hikûmeta Îranê di heyama birêveçûna xwepêşandanan de li gelek deveran hêlên înternetê jî qut kiribûn.

Çavkanî: Rûdaw

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist