Amerîka bang li welatiyên xwe dike ku demildest ji Sûriyeyê derkevin

.

Balyozxaneya Amerîkayê ya li Şamê bang li hemû welatiyên xwe kir, demildest ji Sûriyeyê derkevin û hişyarî ji zêdekbûna êrîşan di Cejna Remezanê de da.

Balyozxaneyê belav kir, “Wezareta Derve ya Amerîkayê hişyariyê dide welatîyên Amerîkayê, ji egera zêdebûna êrîşan di betlaneya Cejna Remezanê de, ku dibe balyozxane, rêxistinên navdewletî û dezgehên giştî li Şamê bikin armanc.”

Wezareta Derve ya Amerîkayê di hişyariya xwe de daxwaz ji welatiyên Amerîkî kir ku demildest ji Sûriyeyê derkevin. Herwiha diyar kir jî: “Rêbazên êrîşan, dibe ku êrîşker kes, an çekdar bin û dibe ku amûrên teqîner bên bikaranîn.”

Herwiha hişyar da welatiyên xwe yên li Sûriyeyê: Ji girseyên mezin, kombûn û xwepêşandanan dûr bikevin. Li cihên ku ji hêla geştyaran / rojavayiyan ve têne bikaranîn, hişyar bimînin. Heke rewş xirab bibe, xwe amade bikin û xwe veşêrin.

Wezareta Derve ya Amerîkayê derbarê geşta bo Sûriyeyê de jî, hişyariya ji asta çarem derxist: Qedexeya Geştê. Got jî: “Ev hişyarî ji ber metirsiyên mezin ên teror, aloziyên sivîl, revandin, dîlgirtin, şerê çekdarî û binçavkirina nedadwerane, dê di meriyetê de be.”

Herwiha got: “Welatiyên Amerîkî yên li Sûriyeyê ne yên ku pêwîstiya wan bi alîkariya lezgîn hebe, divê pêwendiyê bi Beşa Berjewendiyên Amerîkî ya Balyozxaneya Komara Çek re bikin.”

Balyozxaneya Amerîkayê li Şamê ji sala 2012an ve karên xwe rawestandiye û ti xizmetguzariyên asayî û awarte pêşkêşî welatiyên Amerîkî li Sûriyeyê nake. Komara Çek rola parastina berjewendiyên Amerîkayê li Sûriyeyê digire ser xwe.

Siyaset Haberleri

Serokwezîr Barzanî li ser pevçûnên li Silêmaniyê daxuyaniyek da
Di şerê Silêmaniyê de 3 endamên hêzên ewlehiyê canê xwe ji dest da
AMERÎKAYÊ DU ÇEKDARÊN DAIŞ'Ê LI SÛRIYÊ KUŞTIN
Saziyên Zimanê Kurdî: Ev helwesta înkarê ye
Pirtûka helbestan a Abdulla Peşêw bi Fînlandî derket