Amerîka ambargoya ser Kibris a Rûm a rakir

Amerîka 33 sale ku ambargo danîbû ser Kibris a Rûm a lê niha biryara ambargoya sîlihan rakir. Rakirina ambargoya sîlihan kete dewreyekî wisa ku navbera Yûnanistanê û Tirkiyê li ser mesela lêgerîna xazê ya di Derya Sipî de xweş nîne.

Ragihandina biryarê ji aliyê wezîrê karên derve yê Amerîkayê Mike Pompeo de bo serokê Kibrisa Rûm a Nicos Anastasiadis bi rêya telefonê hat kirin.

Tirkiyê li dijî biryara Amerîkayê nerazîbûna xwe aşkera kir û got ku ev tewrê Amerîkayê cudatiyê dixe navbera her dû Kibrisan û ne adilane ye.

Ji xwe berê Kibris yek bû û bi tewana ku Rûm li Tirkê Kibrisê zordariyê dikin, di sala 1974 an de di dema serokwezîrtiya Bulent Ecevit de leşker şandibûn Kibrisê û Tirk û Rûma şer kiribûn. Niha Kibris bûye du cîh. Beşek jê li ser Yûnanistanê ye û beşa dinê di bin destê Tirkiyê de ye.

Siyaset Haberleri

Çarçoveya Hevahengiyê namzedê Serokwezîriyê diyar kir
Amerîkayê hişyarî da welatiyên xwe: Di ser Îraqê re nefirin
Almanyayê notaya protestoyê da Rûsyayê: Gefên we me natirsînin
Partiyên Şî’a car din nikaribûn namzedê xwe destnîşan bikin
Nêçîrvan Barzanî û Alîkarê Wezîrê Derve yê Îranê li Antalyayê civiyan