Amerîka, Almanya, Fransa û Brîtanya daxwaza rawestandina şerê Sûriyeyê dikin

.

 Amerîka, Almanya, Fransa û Brîtanyayê beyannameyeke hevpar derxist û daxwazê dikin ku, şerê Sûriyeyê bê rawestandin û xelkê sivîl û jêrxaneya wî welatî bên parastin.

Ew beyanname ji aliyê Wezareta Derve ya Amerîkayê ve hatiye parvekirin û tê de hatiye, “Zêdebûna hevrikiyên Sûriyeyê pêdivîtî bi wê yekê heye ku serkirdetiya siyasî ya Sûriyeyê bi lez wê rewşê çare bike, ku bi biryarnameya hejmar 2254 a Civata Ewlehiyê ya Navdewletî re bigunce.” Ew biryarname li sala 2015ê li ser piroseya aştiyê ya Sûriyeyê ji aliyê Neteweyên Yekgirtî ve hatiye pejirandin.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Antony Blinken duhî (Yekşem, 01.12.2024) di peywendiyeke tilefonî de bi Wezîrê Derve yê Tirkiyeyê Hakan Fîdan re tekez li ser “rawestandina pêşveçûnan” li Sûriyeyê kir, piştî ku komên çekdar di çend rojên borî de destê xwe dana ser Helebê.

Rewangeha Sûriyeyî ya Mafên Mirovan ragehandibû, “Komên çekdar ku ji aliyê Tirkiyeyê ve piştevaniya wan tê kirin di kontirolkirina hejmareke bajar û gundên Helebê de serkeftî bûn.”

Desteya Tehrîr Şamê û komên çekdar ên hevpeymanên wê hemî bajarê Helebê kontirol kir. Di demekê de ku artêşa Sûriyeyê soz daye hemî wan deverên ku keftine bin destê komên çekda dîsa kontirol bike, niha jî zêdetir hêz ji bo gundên Heleb û Hemayê hatine veguhastin.

Siyaset Haberleri

Baroyên Bakurê Kurdistanê li ser Rojîn Kabaîşê daxuyaniyeke hevpar da
Hemas: Em çekan danaynin û ewlehiya Xezeyê dê di destê me de be
Dadgeha Îranî ya Kermanşahê 20 sal ceza da çalakvanên dînî
Fûara Pirtûkan ya 9em ya Diyarbekirê destpêkir
Ji dema ketina rêjîma Esed ve 41 goristanên bikomî hatine dîtin