Amerîka 3 milyon dolar xelat bo serê “wezîrê enformasîyon“a DAIŞê danî!

Amerîka ragihand, her kesê ku bikaribe cihê “wezîrê enformasîyon”a DAIŞê deşîfre bike û wî bide girtin yan jî kuştin, dê 3 milyon dolar xelat bistîne!

Navenda Nûçeyan - Wezareta derve ya Amerîka di daxuyanîyekê de ragihandîye, ew li terorîstekî mezin yê DAIŞê bi navê Mihemed Xidir Mûsa Remezan, ku jê re “Ebûbekir Xerîb” jî dibêjin, digerin ku di nav DAIŞê de “wezîrê enformasîyonê” ye.

Di daxuyanîya wezareta derve ya Amerîka de hatîye gotin, tevahîya xebatên medyayî û piropagandayên DAIŞê bi fermana û çavdêrîya Remezan tên kirin. Ji ber wê jî her kesê ku bibe sebeba girtin yan jî kuştina wî dê 3 milyon dolar xelat bistîne.

Mihemed Xidir Mûsa Remezan xelkê Urdinê ye û piştî ku berpirsê Almanî yê enformasîyona DAIŞê Kirîstîyan Emde di operasyoneka YPGê de li herêma Dêrazor ya Sûrîyê hat kuştin, bû berpirsê enformasîyona wê rêxistina terorê.

 

Amerîka Haberleri

Neteweyên Yekbûyî: Êrişa li ser Kurdistanê binpêkirineke eşkere ye
Di erdhejên Venezuelayê de hejmara mirî û birîndaran eşkere bû
Putin: Em amade ne li ser maseyê rûnên
Neteweyên Yekbûyî hişyarî da: Mirovahî di bin metirsiyeke mezin de ye
Li qada festîvalê gule reşandin: Gelek birîndar hene