Amerîka: 11 serbaz di êrîşa mûşekî ya Îranê de birîndar bûne

Bi gotina Orban 11 serbaz ji ber êrîşên mûşekî yên Îranê birîndar bûne û dîyar kir, 8 serbaz bo binkeya tendirustîya Landstol li Almanya û 3 serbaz jî bo binkeya Erîfcan li Kuweytê hatine veguhastin.

Navenda Nûçeyan- Tevî ku Serokê Amerîkayê û rayedarên din ên wî welatî ragihandin, ti serbazekî wî amerîkî di êrîşa mûşekî ya Îranê bo ser binkeyên wan ên serbazî yên li Iraqê nebûne qurbanî, lê belê Fermandarîya Navendî ya Hêzên Amerîkayê dibêje, di wê êrîşê de 11 serbazên wan birîndar bûn.

Berdevkê Fermandarîya Navendî ya Hêzên Amerîkayê, Bill Orban di daxuyanîyekê de ragihand, di demekê de ku ti serbazek di êrîşa mûşekî ya 8ê Çile de li binkeya Eyn el Esed canê xwe ji dest nedane, lê belê çendîn serbazî ji ber şok, ji hişçûn û fişara liqîna mejî, çareserî wergirtine û hêj di jêr çavdêrîyê de ne.

Bi gotina Orban 11 serbaz ji ber êrîşên mûşekî yên Îranê birîndar bûne û dîyar kir, 8 serbaz bo binkeya tendirustîya Landstol li Almanya û 3 serbaz jî bo binkeya Erîfcan li Kuweytê hatine veguhastin.

Bill Orban herwiha amaje bi wê jî kir, piranîya wan 1500 serbazên ku li binkeya Eyn Esed hatine bicihkirin, berî êrîşê û bi sedema agahdarbûna ji êrîşê, di sitargehên xwe de mane û xwe ji êrîşê parastine.

Derbarê zirarên êrîşên mûşekî yên Îranê de, pêştir Milley Cagins di dema paqijkirina binkeya Eyn el Esed de gotibû: Zêdetir ji 10 mûşekên mezin arasteyê binkeya Eyn el Esed hatin kirin, zirar gihandine xetên berevanîyê yên binkeyê, teqînan çalên mezin çêkirine, ji dîwarên betonî derbas bûne, serbazgehên bi dehan serbazan wêran kirine û çendîn holên çakkirina firokeya jî rûxandine.

Berdevkê Fermandarîya Navendî ya Hêzên Amerîkayê, Bill Orban destnîşan kirîye, di rojên pişî êrîşê de, ji bo cîbicîkirina rêkarên tund, beşek ji serbazên Amerîkayê ji binkeya Eyn el Esed hatine veguhastin.

Rûdaw

 

 

Siyaset Haberleri

Birget Olsen: Bi hewlên Serok Barzanî, Kurdistan rêzlêgirtî ye
Rojhilat | Malbata girtiyê Kurd bi belgeya mirinê ji îdama kurê xwe haydar bû
ŞAM - Rojnamegerên Kurd hatin berdan
EDENE - Konferansa 'Kurd di sedsala dawî ya Osmaniya de' hat lidarxistin
Bender Ebas: Hejmara miriyên teqînê gihişt 70 kesî