Amedsporê şampiyoniya xwe bi ahengeke mezin pîroz kir

.

Tîma Futbolê Amedspor a nûnertiya bajarê Diyarbekir ê Bakurê Kurdistanê di lîga duyem a Federasyona Futbolê ya Tirkiyê (TFF) Koma Sor de dike, bi ahengeke mezin merasîma wergirtina Kûpaya Şampiyoniyê li dar xist.

Di şahiya Amedsporê ya li Stadyuma Diyarbekirê birêve çû de, bi deh hezaran alîgirên Amedsporê beşdarî kirin û bi govend û dîlanan kêfa şampiyoniyê derxistin.

Di ahenga pîrozbahiyê de hunermend Jehrmar, Bajar, Şiyar Berwarî, Helîm Omerî, Azad Bedran, Pervîn Chakar û Xêro Abbas jî bi stranên ji alîgir û hezkiriyên Amedsporê re demeke xweş dan derbas kirin.

Bi sedema ku di merasîmê de Serokê Amedsporê Ezîz Elaldî ji bo piştgiriyê pîrozbahî li serok û kesayetên siyasî kir û navê Selahattîn Demirtaş negot, alîgiran bertek nîşan da û Serokê Amedsporê neçar ma bêje: “Herwiha em spasiya Serok Selo dikin ku her tim bi dil û can bi me re ye.”

Kurdistan Haberleri

Xalid Ezîzî: Ji bo cihgîrkirina demokrasiyê li Îranê de em bi hemû aliyên re di diyalogê de ne
TAYBET - Dr. Areş Cewdekî: Diyasporaya Îranî hebûna Kurdistanê red dike
Bavê Felek 37 sal berê xatirê xwe xwest û ji nav me bar kir
Li şûna Heşdî Şebiyê artêş li sînorê Herêma Kurdistanê hat bicihkirin
Amerîkayê bangî karmendên konsulxaneya xwe ya Edeneyê kir: Derkevin