Amedsporê hişyarî da: Em dê serî li UEFA û FIFAyê bidin

.

Tîma Amedsporê hişyarî da û ragihand, eger kiryar û cudakariyên li hemberî wan berdewam bikin, ew dê serî li UEFA û FIFAyê bidin û hemû mafên xwe yên yasayî û hiqûqî bikar bînin.

Tîma Amedsporê derbarê kiryar û cudakariyên li beramber tîma wan û helwesta Federasyona Futbolê ya Tirkiyê (TFF) daxuyaniyek belav kir.

`Hovîtiya li Eskîşehîrê`

Amedspor “cudakariya” li hemberî tîma wan bi du nimûneyan nîşan dide û bibîr dixe, TFFê ji ber hinek `bûyerên biçûk` ên di pêşbirka Ankara Demîrsporê de, cezayê pêşbirkeke bêalîgir da tîma wan, lê dibêje, tevî `hovîtî`ya li hemberî wan û bûyerên din ên di stadyuma wê de, Eskîşehîrspor tenê bi 8 hezar lîre hatiye cezakirin.

Amedspor di daxuyaniya xwe de behsa nakokiya li gel futbolîstekê dike û dibêje, tevî ku giliya Mesut Can ku daxwaza 1.7 milyon lîre dikir, hat redkirin jî lê (lijneya tahkîmê) ew futbolîst mafdar dît û biryar da Amedspor 1 milyon lîre bide wî.

Helwesta TFF û biryarên dadweran

Di daxuyaniyê de hatiye gotin, “Ji ber van helwestên TFF yên bêhiqûqî û terefgir, em li deplasmanan rastî her xerabiyeke ku digiheje asta lînçê tên. Dadwer jî dikevin bin bandora wê atmosferê û bi biryarên yekalî yên li dijî tîma me, bi awayekî yekser bandorê li encama pêşbirkê dikin.”

Lê tîma Amedsporê dibêje, “Bila bê zanîn li deplasmanan (derve) çawa serederî li gel me bê kirin jî, em dê li stadyum û bajarê xwe, dest ji prensîpa `divê spor bi rûhê dostanî, aştî û biratiyê bê kirin` bernedin û tevî her tiştî jî berdewam bin wek tîmeke futbolê ya nimûneyî.”

Banga bo TFFê

Tîma Amedsporê di daxuyaniya xwe de daxwaz ji TFF dike ku zêdetir rê bi kiryar û reftarên xerab ên li dijî wan neyê dayîn û dawî li “biryarên nehiqûqî” bê anîn.

Lê Amedspor hişyarî dide û dibêje, eger ew “biryar û cezayên nehiqûqî” berdewam bikin, ji bo parastina mafên xwe, “em dê hemû mafên xwe yên hiqûqî û yasayî”  di asta UEFA û FIFAyê de bikar bînin.

Siyaset Haberleri

Hikûmeta Sûriyeyê hinek dîlên Kurd berdan
Trump Reza Pehlewî ji serkirdayetiya qonaxa nû ya Îranê dûr dixe: 'Kesekî ji navxweyî Îranê guncavtir e'
Îran di bin agir de ye: Di 12 demjimêran de çi qewimî?
Îsraîl û Amerîkayê li 131 bajaran baregehên leşkerî û mûşekî yên Îranê bombebaran kirin
KOBANÎ - HSD ji Şêxlerê vedikişe