Amedîyan sersal pîroz kir

Li Amedê Pêşdibistana Karenîn Dişinda, sersal pîroz kir.

Navenda Nûçeyan Li gor salnameya Hicrî 13’ê Çileyê serê salê ye û her sal tê pîrozkirin. Bi vê boneyê mamosteyên Pêşdibistana Karenîn Dişinda jî bi stran û çîrokan bernameyek çêkirin û sersal pîroz kirin. Malbatên xwendekarên pêşdibistanê û gelek welatî tev li şahîyê bûn. Dema stranan malbatan jî bi çepikan kêfxweşîya xwe dida der û her wiha bi telefonan dîmen digirtin. 

 

Di bernameyê de mamosteya Pêşdibistana Karenîn Dişinda Suzan Okmen, dîyar kir ku mirov ne tenê li ser ziman divê li ser çanda xwe jî hûr bibin û got: “Zarokên temenê wan di navbera 0-7 salî de hewceye bi çanda xwe û zimanê xwe perwerdehîyê bibînin.” 

 

Mamoste Cejna Sezgîn jî destnîşan kir ku zimanê wan bi bişaftinê re rû bi rû ye û got: “Divê em li ziman û çanda xwe xwedî derkevin. Lê tenê bi dibistanê nabe divê em di nava malên xwe de jî, di nav jîyana xwe de jî li zimanê xwe xwedî derkevin. Armanca me ya li vir xwedîderketina ziman û çandê ye. Em ji bo ziman û çanda xwe vê xebatê dikin.”

 

Bername bi stran û çîroka sersalê bi dawî bû.

 

Ajansa Mezopotamya

 

 

Kurdîstan Haberleri

Ji sirgûnê ber bi dikê ve: Çîroka Tara Mamedovayê
Li Kela Zerzewanê ahenga zanist û hunerî hat kirin
PWK SWÊDÊ PÊŞEWAZÎYA ÎSMAÎL  BEŞÎKÇÎ Û HEVALÊN WÎ KIR!
Festîvala Şanoyê ya Amedê: Ji çar aliyên Kurdistanê şanoger beşdar in
Festîvala fîlmên kurdî ya Patrîsê dest pê kir