Amed- Welatiyekê ji ber pirsgirêkên aboriyê întîhar kir

.

 Welatiyê 33 salî Ramazan Unal  li Amedê dijiya, ji ber pirsgirên aboriyê, întîhar kir.

Welatiyê 33 salî Ramazan Unal ê li Taxa Îskenderpaşa ya navçeya Sûr a Amedê dijiya, ji ber bêkarî û pirsgirêkên aboriyê, dawî li jiyana xwe anî. Bûyer duh bi şev rû da.

Dayika Unal, duh bi şev ji mala xwe ya li Kolan Telgrafhane çû dikanê û dema ku paşve vegeriya kesekê derî lê venekir. Dayika Unal li ser vê yekê bangî çilingir kir. Dayika ku ket hûndirê malê rastî cenazeyê kurê xwe hat. Hat hînbûn ku Unal ê li Stenbolê di kafeyekê de dixebitî, ji ber pandemiyê bê kar ma ye û necar maye ku paşve vegere gel dayika xwe.

Cîranên malbatê, diyar kirin ku Unal ji ber bêkariyê û pirsgirêkên aboriyê dawî li jiyana xwe aniye.

Kurdistan Haberleri

Teşkîlata Batmanê ya PWKyê, Li Batmanê, Li Ser Caddeya Gulistanê Jenosîda Helebçeyê Bibîranî
Bi dosyayekê li ser sedsaliya Qamişlo.. Kovara "Soryaz" jimara xwe ya yekê derdixe
PWKyê Li Stenbolê Jenosîda Helebçeyê Bi Bîr Anî
Li Hewlêr, Silêmanî û Koyeyê êriş, 4 sivîl birîndar bûn
Sibe salvegera Helebceyê ye lê çalakiyên berfireh hatin betalkirin