AMED - Polîsan bi ser navenda Platforma Ciwanên Serbixwe de girt

.

 Li parêzgeha Amedê ya Bakurê Kurdistanê demjimêrên sibehê polîsan bi ser navenda Platforma Ciwanên Serbixwe û çend malên endamê wê tevgerê de girt.

Di encama biserdegirtina malan de Berdevkê Platforma Ciwanên Serbixwe jî hat desteserkirin.

Platforma Ciwanên Serbixwe (PCS) li ser hesabê xwe yê Xê daxuyaniyek belav kir:

PCSyê di daxuyaniyê de got, “Îro serê sibehê saet 05:00an polîsan bi ser navenda Platforma Ciwanên Serbixwe û çend malên hevalên me de girtin.”

Herwiha PCSyê da zanîn ku berdevkê wan Ferîd Azad jî di operasyonê de hatiye desteserkirin.

Li aliyê din endamê platformê Evdirehîm Şêrwanî ji Rûdawê re ragihand ku di çarçoveya lêpirsîneke ku navenda wê li Mêrsînê ye tîmên têkoşîna dijî terorê îro sibehê bi ser mala berdevkê platformê Ferîd Azad û navenda PCSyê de girtiye.

Evdirehîm Şêrwanî da zanîn ku Ferîd Azad li mala xwe hatiye desteserkirin û polîsan dest daniye ser kompûter û telefona wî.

Li gorî zanyariyên Evdirehîm Şêrwanî, berdevkê platformê Ferîd Azad li qereqola polîsan tê ragirtin.

Platforma Ciwanên Serbixwe (PCS), ji aliyê komeke ciwanên Kurd ve hatiye damezrandin û çalakiyên Kurdî dike.

Sala 2023yan li Amedê 10 endamên PCSyê sonda Kurdî xwaribûn da ku li Bakurê Kurdistanê di jiyana rojane û saziyên fermî de ji bilî Kurdî bi ti zimanî neaxivin.

Kurdistan Haberleri

PWKyîyan Li Amedê Li Kolanan Belavokên 2 Salîya PWKyê Belav Kirin
Serokê PWK, Mustafa Ozçelîk bi Alî Çeven re axivî: "Em li gel te ne"
PWK: Em Dr. Sadiq Şerefkendî û hevalên wî bi rêzdarî bi bîr tînin
Kürtler "Barış Süreci"nin neresinde konferansı
PWKyîyan Li Qoserê Belavokên Salvegera 2 Salîya Damezrandina PWKyê Belav Kirin