Amed: PAK xebatkarên BasNewsê pîroz kir!

PAKê li Amedê seredana ofîsa BasNewsê ya li Amedê kirin û derketina Heftenameya Basê li xebatkarên BasNewsê pîroz kirin

Heyeteke PAKê ku ji  Serokê  Giştî Mustafa Özçelik, Cihgirên wî Nuri Sınır û Nurullah Timur, endamên Komîteya Birêveberîya Navendî Adurrahman Ecer û Vahit Aba, endama Komîteya Jinan Zinnet Dinçer pêk hatibû , roja 18.01.2017an seredana ofîsa BasNewsê ya li Amedê kirin û derketina Heftenameya Basê li xebatkarên BasNewsê pîroz kirin.

Heyeta PAKê ji aliyê Kordînatorê heftenemaya Basê Behrooz Shojai û edîtor û xebatkarên heftenameyê hatin pêşewazî kirin. Di serdanê de Serokê Giştî yê PAKê Mustafa Özçelik, kêfxweşiya xwe di derbarê dîsa belavbûna heftenameya Basê de anî ziman.

Herwiha Özçelik, behsa rola Grûba Medyayî ya BasNewsê jî kir û ragihand ku çarçoveya BasNewsê çarçoveyeka neteweyî, pirrengî ye û ew kêfxweş in ku heftenameya Bas li bakurê Kurdistanê belav dibe û xwe digihîne xwendevanan. Di beşeka din a axaftina xwe de Özçelik,  rexne jî li ajansên medyayî yên kurdî kir û bal kişand wê çendê  ku hewce ye sazîyên medyayî zêdetir cîh bidine PAKê û dor û berên Kurdistanî û bîr û raya wan jî bigihînin rayagiştî ya kurdan.

Kordînatorê Heftenameya Basê Behrooz Shojai jî spasiya xwe pêşkeşî Serokê Giştî yê PAKê  Mustafa Özçelik û heyeta ligel wî kir.  Shojai, behsa armancên BasNewsê kir û eşkere kir ku weke karmendên BasNewsê ew hewl didin rojnamegerîyeka niştimanî û modern bikin û cîh bidin, serboriyên dîrokî yên kurdan, bûyer û rûdanên aktûel ê hemû beşên civaka kurdan. Lewra  heftename cîh dide bûyerên, siyasî, aktûel, çand û hunerî yê civaka kurdî û wan şîrove dike.

Di seredana heyeta PAKê de, rêveberên PAKê û yên Basnewsê di derbarê rewş û pirsgirêk û rola medayê de û rola partîyên siyasi di vî warî de, bîr û rayên xwe anîn zimanî.

Siyaset Haberleri

Li Sirnexê ji bo jinavbirina teqemeniyên PKKê qedexe hat ragihandin
Fazil Mîranî: Serweriya Iraqê qels e, bê yekîtiya Kurdan em nikarin tistekî bi dest bixin
Pûtîn fermana amadekirina pêsniyarên ceribandinên çekên atomî da
Rafael Grossi ji bo kargehên atomî banga hevkariya zêdetir li Îranê kir
Amerîkayê ji Neteweyên Yekbûyî xwest Ehmed Sera ji lîsteya terorê derxe