AMED / NAMZETÊN SERBIXWE ÇÛN SERDANA 7EMÎN HERÊMA TURK-ÎŞÊ

Îro bi çerçoweya xebatên hilbijartinê, namzetên serbixwe yên Amedê yên Tifaqa Welatperwer û Demokrat, çûn serdana 7emîn Herêma TURK-ÎŞê.

Şandeyeke ji Tifaqa Welatperwer û Demokrat ki ji Namzetê Serbixwe yê Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê Saît Aydogmuş, yê Yenîşehrê Ramazan Kahramaner û yê Rezanê Hîdayet Fîdan û Cîgirê Serokê PSKê Hasan Dagtekîn û Endamên KBNyê yên PAKê Nezîhe Karahan û Mehmet Alî Yilmaz pêkhatî îro, bi çerçoweya xebatên hilbijartinê çû serdana 7emîn Herêma Turk-Îşê.

Nûnerê Turk-Îşê yê Herêmê Zulkuf Karakoç sîyaseta HDPê rexne kir û got; dil dixwest yekîtîya kurdan pêk were lê mentiqa 'em êzingan jî deynin ew ê bi ser bikeve' li aliyekî, xeletîya wan a dawîn gelekî mezin bû ku nayê efûkirin. Rêvebiriyên herêmî kiriye ku sazîyên civaka sivîl tune bike. Elbet hin sedemên we jî hebû ku ketine rê. Em serkeftinê ji we re dixwazin."

Namzetê serbixwe yê Amedê Saît Aydoğmuş jî anî ziman ku di salên 70yî de pirrengîyek hebû û civak geş dikir lê aniha ev sîyaseta yekrengî bi çespandinên partîzanî û piştî vê jî pêvajoya qeyyûman xwestin rêvebiriyên herêmî bi awayekî sîyasî birêve bibin û gelê kurd di navbera van herduyan de fetisîye. Em dixwazin tifaqên jidil ava bikin ku rêjê li desthilatîyên hev bigirin.

Endamê Konseya Birêvebirinê ya Navendî Mehmet Alî Yilmaz jî got bi gotara 'dê bi ser nekevin' ku dengan nedin, dê şaşîyekê ye. Piştgirîdana hevûdu, wê bibe bingeha yekîtîya me û dengên me ku yek be dê bibe dido, sisê."

Siyaset Haberleri

Marco Rubio: Heta ku komên ser bi Îranê ve êriş bikin dijminatî naqede
Balyozê Îranê: Em piştgiriya komkirina çekên grûpên çekdar dikin
Li Rojavayê Kurdistanê ji bo dayîna nasnameyan dest bi hevdîtinan tê kirin
Welatiyên Qamişlo li dijî buhabûn û nebûna xizmetguzariyan daketin kolanan
Serokwezîrê Brîtanyayê dev ji karê xwe berda