Amed namzet e ku bibe paytexta nû ya geştiyariyê

.

Gulistan Korban

Beriya Cejna Qurbanê li otelên Amedê cîh nemaye. Hemû rezervasyon tijî bûne. Geştîyarên ku tên Amedê li Amedê û dîroka wê matmayî dimînin.

Beriya Cejna Qurbanê li otelên Amedê cîh nemaye. Hemû rezervasyon tijî bûne. Geştîyarên ku tên bajêr li Amedê û dîroka wê matmayî dimînin.

Serokê dûyemîn yê Komeleya Pêşxistina Turîzma Amedê Edîp Paçal, diyar kir ku di vê cejnê de jî dê  geştiyar biherikin Amedê.

"Em li bendê ne 200 hezar serdana Amedê bike" 

Paçal got, “Di Cejna borî de Amed tijî geştiyar bûn, em li bendê ne ku îsal jî heman tişt çêbibe. Cejna borî derdora 200 hezar kesî serdana bajêr kir, em li bendê ne ku îsal jî bighêj e heman hejmarî.

Amed ji aliyê dîrok, çand û gastronomiya xwe ve cihekî pir girîng e. Em dixwazin vê yekê populer bikin û çalakiyên ji bo danasîna Amedê lidarbixin. Piştî Cejna Qurbane dê di peşengiya DTSOyê da em ê xebateke hêja bidin meşandin. Dê hemû pêkhateyên geştiyariyê bighêjîn hev û nexşereya xwe derbixinîn holê.

“Xelk xwedî li Amedê derdikevin”

Geştîyar Mujdat Gültekinî ku ji Amedê ye lê li derveyî bajêr dijî dibêje, “Di warê parastina dîrokî de Amedî pêş ketine.”

Gultekîn got: “Me bi gera ji Amedê dest bi geşta xwe kir, pişt re me berê xwe da Kela Zerzevanê û Perestgeha Mîtrasê. Paşê em çûn Xerpetê û ji wir jî çûn Girê Arslantepeyê ya Meletiyê. Em ji wir derbasî Nemrûdê bûn.  Em daketin jêr û çûn serdana Girê Mirazan ya Rihayê. Di vê geşta xwe de me dît ku li Amedê avahiyên dîrokî tên parastin."

Çavkanî: Amed Times

Kurdistan Haberleri

Xem û hêstir li Dubisê: Malbatên Enfalkiriyan piştî 22 salan hîn jî li ezîzên xwe digerin
Sûriye: Em ê bi Tirkiyeyê re li ser îtxalkirina elektrîkê li hev bikin
Mezintirîn pêşangeha geştyarî ya Rojhilata Navîn li Hewlêrê tê vekirin
Kurd di bin siya lezbûn û hêdîbûna siyaseta îroyîn a Rojhilata Navîn de
Di ser Komkujiya Dêrsimê re 88 sal derbas bûn: Ji bo sivikkirina êşê ti gav nehatine avêtin