Amed: Helbestvanê Kurd Arjen Arî hat bibîranîn

Komeleya Nivîskarên Kurd û heskirîyên Arjen Arî û malabata wî jî jibo bibîranînê li ser mezelî bûn

Heyeteke PAKê ku ji Cîhgirê Serokê Giştî  Nuri Sınır, Endamên Komîteya Birêvebrîya Navendî  Feyaz Ekmen û Vahit Aba, Endamê Meclîsê Salîh Kaplan, endama Komîsyona Jinan Zînet Dînçer, endamê Komîteye Almanyayê Mehmet Dîlan û gelek endamên PAKê pêk hatî roja 30.10.2010an li Amedê li ser mezelelê wî  helbestvanê welatperwerê Kurd Arjen Arî bibîranîn. Heyeta PAKê çelengek û desteyeke gul danîn ser mezelê Arjen Arî.

Herweha Komeleya Nivîskarên Kurd û heskirîyên Arjen Arî û malabata wî jî jibo bibîranînê li ser mezelî bûn.

Bibîranîn bi xwendina fatîhayê destpêkir. Li ser mezelî, xuşka Arjen Arî  Necla Akay, Cîhgirê Serokê Giştî  yê PAKê Nuri Sınır,  Serokê  Komeleya Nivîskarên Kurd Osman Ozçelîk û nûnerê rojnameya Ewrenselê  di derbarê jîyan û xebata Arjen Arî  ya di rêya azadîya Kurdistanê û di warê helbest û edebîyata Kurdî de axaftin kirin.
Bibîranînîna Arjen Arî bi beşdarîya gelek nivîskar û heskirîyên wî pêk hat.

Siyaset Haberleri

Çavkaniyeke dîplomatîk a Fransayê: Divê pirsgirêka mûşekên balîstîk ên Îranê were çareserkirin
Li Şingalê gora bikom a 67 Kurdên Êzidî tê vekirin
Scott Bessent: Em dê bi ceza û dorpêçan dawî li desthilata Îranê bînin
Serok Barzanî Nîşana Rêzê ya Asta Bilind a Papayê Vatîkanê wergirt
Mezlûm Ebdî: Divê di Sûriyeya nû de zarok bi zimanê xwe bixwînin