Amarên dawîyê yên vîrusa koronayê li herêma Kurdistanê

Wezareta Tenduristîyê ya Herêma Kurdistanê derengê şeva borî daxuyanîyeke taybet bi amarên vîrusa Koronaya nû Covid-19 belav kir, ku 25 pêketîyên nû hatin tomar kirin

Navenda Nûçeyan - Amarên taybet ên nexweşîya Korona li Herêma Kurdistanê bi vî awayî ne:

1- Karantîna kirin

Hejmara welatîyên hatine karantîna kirin (12004) kes in. Niha tenê (1183) kes li (33) cihên cuda di karantînê de mane, (345) kes li Hewlêrê, (137) kes li Silêmanîyê, (701) li Duhokê. Herwiha (10821) welatî jî piştî mana du hefteyan ji karantînê derketine û vegeryane malên xwe. Herwiha (25) kesên din jî di 24 demjimêrên bûrî de hatine karantîna kirin.

2- Test û kontrol

Di 24 demjimêrên borî de (948) test hatine kirin, (520) li Hewlêrê, (125) li Silêmanîyê, (300) li Duhokê, (1) li Helebce, (2) li Soran. Derencam (25) pêketîyên nû hatin tomar kirin.

Parêzgeha Hewlêrê: (9) kes encamên wan pozîtîf bûn: Zilamekî (38) salî, (2) jinên (39) û (32) salî, keçeke ciwan a (15) salî, (2) kurên ciwan ên (17) û (16) salî û (3) zarokên (11), (7) û (3) salî ne..

Parêzgeha Silêmanîyê: (16) kes encamên wan pozîtîf bûn: (8) zilamên (63), (45), (38), (34), (30) (25), (23), (21) salî ne. (6) jinên (70), (67), (63), (60), (35) û (27) salî ne. Keçeke ciwan a (15) salî û kurekî ciwan ê (13) salî ne.

3- Amerên Giştî

Koma giştî ya hilgirên vîrusa Korona li Herêma Kurdistanê (532) kes in, jê (5) haletên mirinê hene û (407) kes jî bi temamî baş bûne û niha tenê (120) nexweş di bin çavdêrîya tenduristîyê de ne.

Wezareta Tenduristîyê li gel destxweşîyê li Wezareta Navxwe û tîmên bijîşkî ku di kar de ne dike, daxwaz ji welatîyan dike pabendî  rênimayên tenduristîyê bin, ji cihê qerebalix dûr bikevin û mask û lepikan bikar bînin. Herwiha di dema pêwîst de jî pêwendîyê bi hêla germ (122) re bikin.

 

Siyaset Haberleri

Hikûmeta Sûriyeyê hinek dîlên Kurd berdan
Trump Reza Pehlewî ji serkirdayetiya qonaxa nû ya Îranê dûr dixe: 'Kesekî ji navxweyî Îranê guncavtir e'
Îran di bin agir de ye: Di 12 demjimêran de çi qewimî?
Îsraîl û Amerîkayê li 131 bajaran baregehên leşkerî û mûşekî yên Îranê bombebaran kirin
KOBANÎ - HSD ji Şêxlerê vedikişe