Amarên Coronayê li Rojavayê Kurdistanê: 2 mirin, 63 pêketinên nû

Li Rojavayê Kurdistanê û navçeyên Rêveberiya Xweser a Bakurê Rojhilatê Sûriyê 63 kesên din bi vîrusa Coronayê ketin û du kesan jî jiyana xwe ji dest dan.

Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di daxuyaniyeke nivîskî de amarên nû yên Coronayê li Rojavayê Kurdistanê û navçeyên din ên wê rêveberiyê aşkere kir.

Hevserokê Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser, Dr. Ciwan Mistefa ragihand, di 24 demjimêrên derbasbûyî de 63 haletên nû yên pêketina bi COVID-19 hatine tomarkirin, ku 30 kes ji wan zilam û 33 kes jî jin in.

Li gor daxuyaniyê, 6 kes li Hesekê, 8 kes li Qamişlo, 12 kes li Dêrikê, 6 kes li Amûdê, 5 kes li Dirbêsiyê, 2 kes li Çil Axa, kesek li Rimêlanê, 12 kes li Reqayê, 8 kes li Dêrezorê, 2 kes li Kobanî û kesek li Tebqayê bi vîrusa COVID-19 ketine.

Hevserokê Desteya Tendirustiyê ya Rêveberiya Xweser destnîşan kir, ku di 24 demjimêrên bihorî de du kes ji nexweşên Coronayê jiyana xwe ji dest dane, ku ji bajarê Dêrikê ne û yek zilam û yek jî jin e.

Herwiha ji duh ve heta îro 18 kes ji nexweşên Coronayê jî li Rojavayê Kurdistanê baş bûne.

Bi tomarkirina van haletên nû, hejmara kesên ku heta niha li Rojavayê Kurdistanê bi vîrusa Coronayê ketine gihîşt 966 kesan, ku 48 kes ji wan jiyana xwe ji dest dane û 309 kes jî baş bûne.

 

Kurdîstan Haberleri

Ji sirgûnê ber bi dikê ve: Çîroka Tara Mamedovayê
Li Kela Zerzewanê ahenga zanist û hunerî hat kirin
PWK SWÊDÊ PÊŞEWAZÎYA ÎSMAÎL  BEŞÎKÇÎ Û HEVALÊN WÎ KIR!
Festîvala Şanoyê ya Amedê: Ji çar aliyên Kurdistanê şanoger beşdar in
Festîvala fîlmên kurdî ya Patrîsê dest pê kir