Amanc Rehîm: Mafê me heye ku em gaz û petrolê bi pêş bixin

.

Sekreterê Encûmena Wezîran a Herêma Kurdistanê Amanc Rehîm diyar kir ku li gorî destûra Îraqê mafê Herêma Kurdistanê heye ku em gaz û petrola xwe bi pêş bixin.

Amanc Rehîm li Washingtona paytexta Amerîkayê di Foruma “Paşeroja Enerjî û Hêzê ya Herêma Kurdistana Îraqê” ya Al-Monitor Global Instituteyê axivî.

Armanc Rehîm diyar kir ku destûra Îraqê rê dide Herêma Kurdistanê ku gaz û petrola xwe bi pêş bixe.

Sekreterê Encûmena Wezîran got, "Li gorî destûrê gaz û petrol ne tenê di desthilata Bexdayê de ye.”

Armanc Rehîm eşkere kir ku ji 2014an heta 2023yan Bexdayê ti beşê budceyê ji Herêma Kurdistanê re neşandiye.

Sekreterê Encûmena Wezîran di berdewwamiyê jî de got, “Ji sala 2014an heta 2023yan ti beşê budceyê ji Îraqê ji bo Herêma Kurdistanê nehatiye şandin.

Ji ber vê me biryar da ye ku bi awayekî serbixwe petrolê hinarde bikin û paşê jî peyman hat kirin da ku em bi rêya SOMOyê petrolê bifiroşin û dahata wê vegere Bexdayê."

Armanc Rehîm li ser rola kompanyayên Amerîkayê yên petrolê jî got,"Kompanyayên Amerîkî roleke mezin di bipêşxistina gaz û petrola Herêma Kurdistanê de dilîzin.

Îraqê budceya Herêma Kurdistanê birî û em neçar man rasterast neftê bifiroşin."

Ji ber rawestandina hinartina petrola Kurdistanê, ziyaneke zêdetirî 23 milyar dolarî gihîştiye Îraq û Herêma Kurdistanê.

Amanc Rehîm li ser destpêkirina hinartina petrolê got, "Kompanyayên hilberîna petrolê daxwaza garantiya mafên xwe dikin.

Nakokî li ser lêçûna hilberîna petrolê di navbera Îraq û Herêma Kurdistanê de heye.

Bi gotina Sekreterê Encûmena Wezîran, Herêma Kurdistanê petrolê li hundirê welêt difiroşe û bi kar tîne.

Siyaset Haberleri

Fethullah Huseynî: Divê mafê kurd wek neteweya duyem di destûra Sûriyeyê de bê çespandin
Bêrîvan Mihemed: Em ji bo diyalogê re vekirî ne, lê Şam xwe paş ve dikişîne
Çarenivîsa Durziyan li ser maseyê ye: Netanyahu ji bo Siwêdayê behsa korîdoreke kir
Fermandarekî Heşdî Şebiyê: Şer ber bi Îraqê ve tê
Fîdan: Li Sûriyeyê partiyên Kurd ên dostên me jî hene û wan alîkarî xwest