Almanyayê notaya protestoyê da Rûsyayê: Gefên we me natirsînin

.

 Wezareta Karên Derve ya Almanyayê Balyozê Rûsyayê yê li Berlînê Sergey Nechayev bangî wezaretê kir û ji ber parvekirina navnîşanên şîrketên Almanî yên ku firokeyên bêmirov ji bo Ukraynayê hildiberînin û notayeke tund da Rûsyayê.

Berlînê destnîşan kir ku ev hewildaneke ji bo lawazkirina piştgiriya Almanyayê ya bo Ukraynayê ye û tekez kir ku gefên Moskowayê nikarin wan bitirsînin.

Wezaretê ragihand ku her cure çalakiyên sîxuriyê û gefên rasterast ên li ser hedefên li nav Almanyayê bi tu awayî nayên qebûlkirin.

Aloziya di navbera her du welatan de, ji ber piştgiriya Berlînê ya ji bo Kîevê û zêdebûna çalakiyên sîxuriyê yên Rûsyayê, gihîştiye asta herî bilind. Di mehên dawî de Almanyayê gelek caran balyozê Rûsyayê bangî wezaretê kiriye, bi taybetî piştî êrîşên sîber ên li ser sîstemên kontrolkirina trafîka esmanî û binesaziyên krîtîk.

Hat bîrxistin ku di meha Rêbendanê de jî Almanyayê alîkarê ataşeyê serbazî yê Rûsyayê wekî "kesê nexwestî" îlan kiribû, ku ev yek nîşaneya kûrbûna krîza dîplomatîk a di navbera Berlîn û Moskowayê de ye.

Siyaset Haberleri

Zeydî û Barrack li ser "aboriyeke bi hêz û welatekî bê çekdar" li hev kirin
Arşîva Wezareta Karên Derve ya Sûriyeyê hat dizîn: Dest bi lêpirsînê hat kirin
Belgenameyekî nepenî ya CIA’yê li ser rewşa kurdan di sala 1959’an de
Telika sala 1930 ya Tirkiyeya Kemalist: Soza xweseriyê ji bo jinavbirina tevgera kurd
Putin daxwaza hevdîtinê ya Zelensky red kir: ‘Şer hilbijart’