Almanyayê hişyarî da Tirkîyê

Almanyayê daxwaz ji Tirkîyê kir, kiryarên xwe yên hêrisder li Deryaspî ya Naverast û li Rojhelata Navîn bi giştî rawestîne.

Roja sêşemê Wezîrê Derve yê Almanyayê Hayko Mas, di çarçove ya serdana xwe de bo Yunanê got: “Pêwîste Tirkîyê kiryarên xwe yên hêrişder li Rojhelata Navîn rawestîne. Derbarê geryana Tirkîyê li dû çavkanîyên wizeyê li Deryasipî ya Naverast, helwêsta me zelal e. Divê rêz li yasayên nêvdewletî bigire. Bi vajî ya wê yekê pêşketina peywendîyan di navbera Yekêtîya Ewrûpayê Tirkîyê çênabe, heya Tirkîyê tevahîya wan kiryarên xwe ranewestîne, ewên ku ew nawçe bi temamî hêrişdar kirîye.”

Li beranber vê yekê, Serokkomarê Tirkîyê ragehand, Tirkîyê bo rûpîvana jeolojî û şandina gemîyên lêgeryanê li Deryasipî ya Naverast destûrê ji kes wernagire û naçe jêr barê destûra ti kesekî.

Yunan, Misr û Qubris arîşe hene li gel hewlên Tirkîyê gerîyan û pişkinînê di Deryasipî ya naverast û bi nerîna wan Tirkîyê sinûrê ava wan bezandî ye û bê li ber çav girtina mafê wan di deryayê de mijûlî rûpîvana jeolojîye bo vedîtina petrol û gazê.

 

Siyaset Haberleri

Netanyahu: Em li Sûriyeyê rê nadin hebûna leşkerî ya Tirkiyeyê
Mesrûr Barzanî: Vekişandina Patriotan Herêma Kurdistanê dixe bin metirsiyê
Mesrûr Barzanî: Me ti gef li cîranên xwe nekiriye, ji Îranê bipirsin bê çima êrîş dikin
Dadgeha Federalî ya Iraqê pênc giliyên li dijî Herêma Kurdistanê red kirin
Dezgeha Asayîşê ya Herêma Kurdistanê 7 terorîstên DAIŞê girtin