Almanyayê hemû hêzên xwe ji Efxanistanê vekişandin

.

 Wezareta Berevaniya Almanyayê ragihand ku wan hemû hêzên xwe yên leşkerî ji Efxanistanê vekişandin.

Di Gulana îsal de Almanya dest bi vekişandina hêzên xwe ji Efxanistanê kir.

Di 2001an de, hêzên Almanyayê di çarçoveya hêzên NATO de beşdarî di şerê li dijî Tevgera Taliban û El Qaîdê de kirin.

Berî biryara vekişandinê ku ji aliyê Amerîka ve hat dayîn, yek hezar û 100 leşkerên Almanî li Efxanistanê hebûn, ji hejmara giştî ya leşkerên NATOyê ku 9 hezar û 600 leşker bûn.

Hêzên Almanya li Efxanistanê rahênan bi hêzên wî welatî dikirin.

Leşkerên ku vê dawiyê hatin vekişandin, ji binkeya leşkerî ya Mezar Şerîf li Bakurê Efxanistanê, bi rêya du firokeyên Almanî ji corê German A400 Ms, û du firokeyên Amerîkî ji corê US C17s hatin veguhestin.

Welatên endamên NATOyê dest bi vekişandina hêzên xwe yên leşkerî ji Efxanistanê kirine, piştî ku Serokê Amerîkayê Joe Biden biryar da heta 11ê Îlona îsal hemû hêzên Amerîkî ji Efxanistanê vekişîne.

Ji dema destpêkirina erka hêzên NATO li Efxanistanê ve û heta niha, ku ji sala 2001an ve destpê kiribû, 150 hezar leşkerên Almanî ji bo pêkanîna erkê leşkerî bo Efxanistanê hatibûne şandin.

Di nava 20 salên derbasbûyî de, 59 leşkerên Almanî li Efxanistanê hatine kuştin.

Kurdistan Haberleri

Îranê ji Interpolê xwest ku 60 serkirdeyên ji Rojhilatê Kurdistanê radest bikin
Zîrek Kemal: Divê parlamen bê çalakkirin û kabîneya nû bê avakirin
Li Îraqê operasyona gendeliyê didome, 14 parlamenter hatin desteserkirin
Şoriş Îsmaîl: Ji sedî 95ê reformên Wezareta Pêşmergeyan qediyan
PWK Şaxa Batmanê di salvegera 101emîn de Şêx Seîd û hevalên wî bibîranîn