Almanyayê bo Demîrtaş bang li Tirkiyê kir: Biryarên DMMEyê bilez cîbicîh bike

.

Berpirsa Mafên Mirov û Alîkariya Mirovî ya Hikûmeta Almanyayê Barbel Kofler biryara Dadgeha Mafên Mirov a Ewropayê (DMME) ya derbarê Selahattîn Demîrtaş de nirxandin û got: “DMMEyê piştrast kir ku girtina Selahattîn Demîrtaş li Tirkiyê li ser bingehên siyasî ye" û bang li Tirkiyê kir ku 'hemû biryarên DMMEyê bilez cîbicîh bike.”

Piştî Daîreya Bilind a Dadgeha Mafên Mirov a Ewropayê (ÇHD) biryar da ku Hevserokê berê yê HDPê Selahattîn Demîrtaş yekser bê berdan, Almanyayê bang li Tirkiyê kir.

Berpirsa Mafên Mirov û Alîkariya Mirovî ya Hikûmeta Almanyayê Barbel Kofler got: "Ez bang li dadweriya Tirk dikim ku hemû biryarên DMMEyê bilez cîbicîh bike."

Kofler li ser hesabê xwe yê Twitterê nivîsiye: “DMMEyê piştrast kir ku girtina Selahattîn Demîrtaş li Tirkiyê li ser bingehên siyasî ye. Peyama dadgehê zelal e: Divê bê berdan! Ez bang li dadweriya Tirk dikim ku hemû biryarên DMMEyê bi lez û bez cîbicîh bike."

Recep Tayyip Erdogan ku îro di civîna fraksyona partiya xwe de li parlamentoya Tirkiyê diaxivî, destnîşan kir, ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê nikare li şûna dadgehên Tirkiyê biryaran bide û got, DMMEyê biryara xwe ya derbarê Demirtaş de bêyî serlêdana bo dadgehên navxweyî daye.

Serokomarê Tirkiyê got: “Eger Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê dixwaze li cem Tirkiyê xwedî rêz be, divê li xwe vegere û lêpirsîna xwe bike. Ez dixwazim bi bîr bînim, ku siyasetvanê nêzîkî PKKê kesekî bimaske ye. DMME divê zanibe ku li pişt parastina terorîstekî wiha ye. Ew kes ne ji ber erkên xwe yên siyasî lê belê ji ber ku di navbera xwe û terorê de mesafe nedaniye û bûye sedema kuştina bi dehan kesan, li ber çavê milletê me gunehkar e. Yê ku birayên me yên Kurd derxistin cadeyan û  bû sedema mirina wan, ew e.”

Daîreya Mezin a Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê duh Sêşemê 22ê Kanûna 2020an derbarê dosyeya hevserokê berê yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Selahattin Demirtaş de biryara xwe aşkere kir û ragihand ku divê Demirtaş demildest were berdan.

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê di biryara xwe de dibêje,“Demîrtaş li derveyî yasayê hatiye girtin.Herdu dadweran Demîrtaş li derveyî yasayê hukim kiriye.Ti belge nîne tawanbarbûna Demîrtaş tekez bike.”

Siyaset Haberleri

Sûriyeyê bangî Tirkiyeyê kir: Piştgiriyê nede terorîzmê
RAPOR: Sûriye yek ji 10 welatên herî birçî yên cîhanê ye
Kurd-Kavî ra serrgêra 1938î de Dêrsim de panel
Îsraîlê êrişî Îranê kir
Helîkoptera leşkerî ket û serokerkanê welat jiyana xwe ji dest da