Li bajarê Dusseldorfê yê Almanyayê Kurd û Sûriyeyî pev çûn û di encamê de gelek kes brîndar bûn ku 4 ji wan polîs in.
Êvarê li ber Stasyona Trenê ya Navendî ya Dusseldorfê di navbera xwenîşanderên Sûriyeyî û Kurd de alozî derket.
Di encamê de di nav de 4 ji wan polîs, gelek kes birîndar bûn.
Piştî ku hejmareke zêde ya polîsan hatin cihê bûyerê, wan karî komên êrişkar ji hev veqetînin.
Piştî xwenîşandanê alozî derket
Nîvro zêdetirî 250 Sûriyeyiyan li Dusseldorfê xwenîşandanek li dar xistibû.
Dema ku wan piştî xwenîşandanê xwest vegerin, li ber stasyona navendî rastî xwenîşandaneke mezin a zêdetirî 500 Kurdî hatin ku li dijî komkujiya Durziyan a li Sûriyeyê protesto dikir.
Li gorî polîsan, di navbera her du koman de demildest provokasyonan dest pê kir û her du aliyan êrişî hevdû kir. Piştre pevçûneke girseyî derket.
"Sûriyeyîyan dest pê kir"
Polîsên ku li cihê bûyerê bûn hewl da koman ji hev cuda bikin lê ji nişka ve kevir û tiştên din hatin avêtin.
Ji ber van tiştên ku hatin avêtin, gelek kes birîndar bûn.
Li gorî agahiyên destpêkê yên polîsan, êriş ji aliyê derdora 50 Sûriyeyiyan ve dest pê kiriye.
Ji ber atmosfera êrişkar û metirsiya ku dibe kes careke din êrişî hevdû bikin, polîsan Sûriyeyî ber bi nav stasyona trenê ya navendî ve birin.
4 gumanbar hatin desteserkirin
Piştî vê yekê rewşa li ber stasyonê aram bû. Her wiha wekî hêza zêde, polîsên siwarî û polîsên federal jî hatin cihê bûyerê.
Bi giştî çar gumanbar hatin desteserkirin. Niha polîs nasnameya 300 Kurdî kontrol dikin.
Derbarê bûyerê de bi tohmetên "têkdana aramiya giştî", "birîndarkirin" û "bergiriya li hemberî polîsan" lêpirsîn hat destpêkirin.