Almanya ji bo Gergerlîoglu û HDPê bertek da Tirkiyê

.

Wezîrê Derve yê Almanyayê Heiko Maas hilweşandina parlamenteriya Omer Faruk Gergerlîoglu doza girtina HDPê şermezar kir û vû rewşê weke “Di serweriya hiqûqê de gumanan zêde dike” binav kir.

Wezîrê Derve yê Almanyayê di derbarê mijara hilweşandina parlamenteriya Omer Faruk Gergerlîoglu û doza girtina HDPê de got “Hilweşandina parlamenteriya Omer Faruk Gergerlîoglu û

dozên sûc ên li dijî gelek parlamenterên din ên HDP û endamên partiyê hatine vekirin, beşek ji peresendinê ye ku serwerdiya hiqûqa Tikiyê pirsyari dike.

Herwiha Heiko Maas ji ber hewldanên girtina HDPê jî dilgiran e.  

Duh li parlamentoya Tirkiyê, parlamenteriya parlamenterê HDPê yê Kocaeliyê Omer Faruk Gergerlîoglu hat hilweşandin.

Herwiha heman rojê Serdozgeriya Giştî ya Tirkiyê, bi daxwaza girtina HDPê doz li Dadgeha Bilind vekiribû.

Biryara hilweşandina parlamenteriya Gergerlîoglu û doza girtina HDPê karvedanên navdewletî jî li pey xwe anîn.

Wezareta Derve ya Amerîka di daxuyaniyekê de rexne li Tirkiyê girtin û tekez kir ku ew bûyerên li parlamentoya Tirkiyê dişopînin û got, “Tirkiye azadiya raderbirîn û demokrasiyê sînordar dike.”

Raportorê Tirkiyê yê Parlamentoya Ewropayê Nacho Sancehz jî ragihand, “Em biryara rakirina parêzbendî û hilweşandina palamenteriya Gergerlîoglu bi tundî şermezar dikin. Binpêkirinek cidî ya mafên mirovan e û gaveke ku baweriya bi demokrasiya parlementeriyê ya Tirkiyê kêm dike.”
 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist