Almanya, dîplomatên Rus dersînor dike!

.

Li gorî agahiyên hatin ragihandin, Wezareta Karên Derve ya Almanyayê xwe amade dike ku zêdetirî 30 dîplomatên Rusyayê dersînor bike. 

Li gorî agahiyên ku di Kovara Almanî Focusê de hatin ragihandin, Wezîrê Karên Derve yê Almanyayê plansaziyê dike ku zêdetirî 30 dîplomatên Rus ên li Berlînê kar dikin dersînor bike.

Di nûçeya hat ragihandin de hat diyarkirin ku li gorî agahiyên hêzên ewlehiyê, dîplomatên Rus ên ku dihat plankirin bên dersînorkirin, bi lêgerîn û razîkirina sîxurên di warên siyasî, karsazî, zanistî û leşkerî de hatine sûcdarkirin ku ji bo Rusyayê bixebitin da ku di siberojê de operasyonên sabotaj û dezenformasyonê, bi sûdwergirtina ji parêzbendiya wan pêk bînin.

Rusyayê bersiv da

Çavkaniyek ji Wezareta Karên Derve ya Rusyayê, di derbarê mijarê de ji Sputnikê re axivî û got, “Wezîra Karên Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock, tiryaka sîxuriyê heye. Bersiva me ya tund li hember van gavên nebaş ên Berlînê amade ye.”

Siyaset Haberleri

Dijîterora Kurdistanê: Êrişî ofîsa taybet a Serokwezîr hat kirin
Ji Serok Barzanî peyama 80emîn salvegera PDKê: Erkê sereke yê PDKê xizmeta gelê Kurdistanê ye
Axios: Amerîkayê bi rêya Nêçîrvan Barzanî bi Supaya Pasdaran re gotûbêj kiriye
CENTCOM: Ji bilî şerê dijî Îranê tu vebijarkek nîne
Netanyahû plana Trump red kir: Kushner diçe Xeze û Misrê