Alîyên sîyasî bêyî serokkomar hewl didin serokwezîrekî dîyar bikin

Alîyên sîyasî yên Iraqê bêyî Serokkomarê Iraqê Berhem Salih hewl didin kesekî di cihê Adil Ebdulmehdî da weke serokwezîr dîyar bikin.

Navenda Nûçeyan- Biryare îro roja çarşemê 22-01-2020an serokên fraksîyonên Parlemantoya Iraqê  bi mebesta rêkeftina li ser dîyarkirina kandîdekê bo serokwezîrîya Iraqê îro dicivin.

Parlementerê Yekîtîya Niştimanîya Kurdistanê (YNK) li Parlementoya Iraqê Hesen Elî ji BasNewsê ra axivî û aşkere kir alîyên sîyasî yên Iraqê hewl didin heta Berhem Salih vegere ew kesekî bo serokwezîrîyê dîyar dikin.

Ligor rêkeftina alîyên Iraqê posta serokwezîrîya Iraqê pişka alîyên şieyan e. Lêbelê Serokkomarê Iraqê divê kandîdên hatîye dîyarkirin pesend bike û navê wî rewaneyî parlementoyê bike.

Serokkomarê Iraqê Berhem Salih duhê roja şewî sêşemê 21-01-2020an bi armanca beşdarîya Davosê çûbû Swîsrayê.

 

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist