Alina Romanowski: Me bi Îraqê re lihev kir sala bê hebûna serbazî bidawî bînin

.

 Balyoza Amerîkayê li Îraqê radigehîne, “Me bi Îraqê re lihev kir ku sala bê hebûna serbazî li Îraqê bidawî bînin.”

Balyoza Amerîkayê li Îraqê Alina Romanowski îro (Duşem, 25.11.2024) ragehand, “Me bi Îraqê re lihev kir ku sala bê hebûna serbazî li Îraqê bidawî bînin.” Herwesa got, “Ji bo kêmkirina aloziyên deverê bi Îraqê re, Amerîka helwesteke giring werdigire.”

Alina Romanowski ron jî kir, “Guhertina erkê hevpeymanan derfeta mukomkirina peywendiyên bi Îraqê re peyda dike.” Herwesa got, “Erkê hevpeymanan li Îraqê piştî şkestina DAIŞê hêşta berdewam e.”

Balyoza Amerîkayê di derheqa hebûna hêzên Amerîkayê li Îraqê de jî eşkere kir, “Me bi Îraqê re lihev kir ku sala bê hebûna serbazî li Îraqê bidawî bînin.”

Alina Romanowski di derheqa karê bankên Îraqê de jî amaje da ku, bawerî bi bankên Îraqê û pêşkeftina wan heye. Herwesa got, “Lihevkirina stratejîk a tevalî tenê lihevkirineke ewlehî nîne.”

Kurdistan Haberleri

Brîtanyayê sîstemeke nû ya dijedron li Rojhilata Navîn belav kir
Ehmed Şer û Tom Barrack hevkariya aborî gotûbêj kir
Li Rihayê di nav bermîlekê de 21 cenîn hatin dîtin
Fermandarên 3 lîwayên HSDyê diçin Helebê
Patrick Kennedy: Li pêşiya Kurdan derfeteke mezin heye