Alîkarê Bexdadîyî li Kerkûkê hatîye girtin

Ebû Xaldunê alîkarê Ebubekir Bexdadîyê serokê DEIŞê li Kerkûkê hatîye girtin. Serokê DAIŞê Ebubekirê Bexdadî jî hatibû kuştin.

Navenda Nûçeyan- Ebû Xaldunê alîkarê Ebubekir Bexdadîyê serokê DEIŞê li Kerkûkê hatîye girtin. Serokê DAIŞê Ebubekirê Bexdadî jî hatibû kuştin.

Di daxuyanîya Hucreya Medyaya Ewlekrîyê ya artêşa Iraqê da hatîye dîyarkirin ku li ser îxbara hat hildan polêsan operasyon birin ser maleke li Hewiceya navçeya Kerkûkê, di operasyonê da Ebû Xaldunê alîkarê Bexdadî hat derdestkirin.

Di daxuyanîyê da hat destnîşankirin ku Ebû Xaldunê bi nasnameya sexte ya li ser navê Şelan Ubeyd digerîya hem alîkarîya Bexdadî kirîye hem jî wezifeya "amirtîya eskerî" ya wîlayeta Selaheddînê kirîye.

Ebûbekir Bexdadîyê serkeşê DEIŞê cotmeha borî li Îdliba bajarê Sûrîyeyê di operasyonê da hatibû kuştin.

Meqamên fermî yên Iraqê di daxuyanîya 2017an da dîyar kiribû ku erdê welêt ji DEAŞê hat xilaskirin. Rêxistina terorê ya şaxên wê yên veşartî hene li wîlayetên Selaheddîn, Kerkûk û Dîyalayê carcaran êrîşên terorê dike.

Çavkanî: Bianet

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist