Alî Zîver Çaki, xebatên xwe bênavber didomîne

Namzetê Serbixwe yê Şaredarîya Mûşê yê Tifaqa Welatperwer û Demokrat Alî Zîver Çaki, îro jî li Halê bû û xwe bi esnafên Halê da nasîn

Xebatên Namzetê Serbixwe yê Tifaqa Welatperwer û Demokrat yê Şaredarîya Mûşê Alî Zîver Çaki, bi çalakane û bê rawest didomin.

Cîhgirê Serokê Giştî yê PAKê Mehmet Gül, Endamê Komîteya Birêvebir a Navendî ya PAKê Abdullah Özten, Endamê Meclîsa PAKê Mirza Akar li gel Ziver Çaki beşdarî xebatên Mûşê bûn.


Îro (27.03.2019) jî Ali Ziver Çaki û xebatkarên Tifaqa Welatperwer û Demokrat esnafên Halê zîyaret kirin. Hem esnaf û hem jî şanda Zîver Çaki, bi pêşwazî û rûkenîyan gelek kêfxweş bûn.


 

Di vê serdanî de Alî Zîver Çaki û şanda pê re, herî kêm bi 1000 kesî re rû bûn.

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist