Ali Ziver Çaki bêwestan dixebite

Namzetê Serbixwe yê Tifaqa Welatperwer û Demokrat ê Mûşê Alî Zîver Çaki, van rojên dawîn lezê da xebatên hilbijartinê.

Namzetê Serbixwe yê Tifaqa Welatperwer û Demokrat ê Mûşê Alî Zîver Çaki, digel şandeyekê, bi çerçoweya xebatên hilbijartinê, kafe bi kafe gerîya û bo hilbijartinên 31ê Adarê piştgirî xwest. Di kafeteryayan de bi taybet rastî xwendekarên zanîngehan hat û bala ciwana kişand ku namzetekî ciwan e.

Ali Ziver Çaki û piştgirên Tifaqê her roj û şev geh li serdana esnafan, geh li kafe û çayxanan, geh li nexweşxanê geh li bazara ajal/heywanan bê rawest di kar û xebatê de ne.

Disa her roj bi 5-6 grûbên xortan kolan kolan tax bi tax li derîyên malan dixin namzetê xwe didin nasîn û broşûr û meteryalen xwe belav dikin.

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist