Alî Toprak: Kurd parçe bûne û ez dixwazim bigihin hev

.

Namzedê Yekîtiya Demokratîk a Xirîstiyanan (CDU) Alî Toprak got, “Kurd parçe bûne û ez dixwazim bigihin hev.”

Li Almanyayê 23yê Sibatê hilbijartin tên kirin û bangeşe germ bûye.

Di nav namzedan de Kurd jî hene û dixwazin bibin dengê Kurdan û Kurdistanê.

Serokê Civaka Kurdî ya Almanyayê û Namzedê Yekîtiya Demokratîk a Xirîstiyanan (CDU) Hilbijartinên Almanyayê Alî Toprak pirsên Nûçegihana Rûdawê Ala Şaliyê Şaliyê bersivandin.

“Kurd parçe bûne û ez dixwazim bigihin hev”

Alî Toprak diyar kir, “Ez hewl didim Kurd li Almanyayê bibin xwedî pêgeheke girîng” û li pey çû:

“Min ji bo yekîtiya Kurdan karekî zêde kiriye. Kurd parçe bûne û ez dixwazim bigihin hev.

Ez ji Kurdistanê re xizmetê dikim.”

“Divê em nîşan bidin ku Kurd demokrat in”

Namzedê Kurd got, “Li Hamburgê pêwîstiya me bi dengên Kurdan heye” û da zanîn:

“Divê em nîşan bidin ku Kurd demokrat in, dema ez bi ser bikevim dê Kurd bi ser bikevin.”

Serok Mesûd Barzanî û Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) General Mezlûm Ebdî doh li Hewlêrê civiyan.

Alî Toprak li ser civînê got, “Civîna Mesûd Barzanî û General Mezlûm ez kêfxweş kirim.”

Toprak amaje pê kir ku CDU ne li dijî koçberan e û got:

“Li gel koçberiya neyasayî pirsgirêkeke mezin heye. Almanya nikare bêyî koçberan li ser pêyan bimîne.”

Rûdaw

Kurdistan Haberleri

Li Helebçeyê bi dronan êrîşî bircên weşan û peywendiyan hat kirin
Komîsyonên Jinan ên HAK-PAR û PWKyê ji bo 8ê Adarê Civînê li Dar Dixînin
Mustafa Ozçelîk, beşdarî bernameya taybet ya di derbarê Raperîna Başûrê Kurdistanê de bû
Bafil Talebanî: Divê Kurdistan bibe pira çareseriyê, ne qada şer
Paşmaweyên rêjîmê careke din 2 kempên Hizba Dêmokrat kirine armanc