Aldar Xelîl: Şandeya Swêd piştevaniya diyaloga Kurdî – Kurdî dike

Aldar Xelîl: Şandeya Swêd piştevaniya diyaloga Kurdî – Kurdî dike

Endamê Desteya Serokatiya PYDê Aldar Xelîl ragihand, Swêd piştevaniya xwe ji diyaloga Kurdî - Kurdî re tekez kir.

Şandek  Wezareta Derve ya Swêdê çend roj in li  rojavayê Kurdistanê ye. Duh jî li gel Partiyên Yekîtiya Niştîmaniya Kurdî (PYNK) civiya.

Li gor nûçeya K24ê, şanda Swêdî di civînê de piştevaniya xwe ji diyaloga Kurdî - Kurdî li Rojavayê Kurdistanê re nîşan da û amadebûna welatê xwe ji bo  her alîkariyê jî anîn ziman.

Di vê derbarê de Endamê Desteya Serokatiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Aldar Xelîl ji K24ê re got: Swêd piştgire ji diyloga Kurdî – Kurdî re dike û sedema vê yekê ew e ku kurd li Sûriyê xwedî projeyeke demokratîk in.

Aldar Zelîl amaje be bi helwêsta Wezîra Derve ya Swêdê Ann Linde ya li Enqerê ya derbarê destêwerdana Tirkiyê di Sûriyê û rojavayê Kurdistanê de ragihand, pêşkeftin û guhartinên li navçeyê rû didin, dibin sedem ku welatekî weke Swêdê helwêsta xwe zelal bide.

 

Kurdîstan Haberleri

Pirtûka ‘Rapertuwara Stranên Kurdî Bo Gîtarê’ derket
Hunermenda Fransî yekem albûma xwe ya Kurdî belav kir
Efrîn di bin dagîrkeriyê de (280)
Neteweyên Yekbûyî: Îran ji tundûtûjiya ku Jîna Emînî kuşt berpirsyar e!
General M. Mustafa Barzanî