AKPyê daxwaza dubarekirina hilbijartinê bo Stenbolê kir

Çima ku ji encamên hilbijartinê nerazî ye AK Partîyê daxwaz kir ku li tevahîya Stenbolê hilbijartina şaredarîyê dubare were kirin. Serokê MHPyê Devlet Bahçelî jî derket pêşberî çapemenîyê û got pekan e hilbijardin dubare were kirin.

Cîgirê Serokê Giştî yê AK Partiyê Alî Îhsan Yavuz îro di konferanseke rojnamevanî de ragihand, AK Partî daxwaz dike hilbijartin li Stenbolê bê dubarekirin.

AK Partî ji encamên hilbijartinê yên Stenbolê nerazî ye û giliyên xwe yên di vê derbarê de daye YSKê. Her li ser giliyên AK Partiyê, YSKê biryara dubare hejmartina beşek ji dengên Stenbolê dabû.

Li alîyekî din Serokê MHPyê ku hevpeymanê AK Partî ye Devlet Bahçelî jî di derbarê ve yekê de anî zimên da ku wijdanan rehet bike, hilbijartin li Stenbolê dikare were dubarekirin. Piştî 60 rojan di roja yekşema pêşî de hilbijartin dikare were kirin.

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist