AKP serî li YSKyê da: Ahmet Turk pîr bûye, mazbatayê bidine me!

Ak Partîyê, bo Şaredarîya Mêrdînê bi hinceta ku Ahmet Turk pîr e û nexweş e û ji ber wê jî nikare serokatîya şaredarîyê bike serî li YSKyê da û daxwaza mazbataya wî kir.

Teşkîlata AKPyê ya Mêrdînê di serlêdana xwe da, di derheqê  Ahmet Turkê ku di hilbijartina 31ê Adarê da bi rêjeya % 56,24 deng wergirtibûn û hatibû hilbijartin da nivîsî ku bi KHKyê ji karê xwe hatibû dûrxistin û daxwaz hat kirin ku mazbatayê bo duyemîn kesê serkeftî ku namzetê AK Partîyê ye Mehmet Vecdî Kahramanî bê dayîn.

Digel ku Desteya Hilbijartinê ya Bajêr ev serlêdan red kir û biryara dayîn an nedayîna mazbataya Turkî hişt YSKyê, AKPyî li benda biryara YSKyê nesekinîn û vê carê jî bi hinceta ku 'Ahmet Turk pîr e û nexweş e' serî li YSKyê da.

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist