Akar: Em ji Idlibê dernakevin

Wezîrê Berevanîyê yê Tirkîyê dibêje, xalên çavdêrî yên li Îdlibê ne ji bo agirbestê roleke mezin dilîzin û ew dest ji 12 xalên çavdêrî yên Îdlibê bernadin.

Navenda Nûçeyan- Wezîrê Berevanîyê yê Tirkîyê Hulusî Akar, tevî fermandarên pilebilind yên Artêşa Tirkîyê serdana hêzên li ser sînorê Sûrîyê kir. Akar li wê derê da xuyakirin, hêzên wan li Îdlibê ji bo agirbestê roleke mezin dilîzin û ew 12 xalên çavdêrîyê vala nakin.

Akar got, ew ji Idlibê dernakevin û ferman dane hêzên li wê derê ne ku her çi êrişek li wan were kirin, ewê bersivên pêwîst bidin.

Akar herwiha got, ji bo parastina berjewendîyên netewî, li derve û hundir çi pêwîst be ewê bikin.

Ev daxuyanîya Akar di demekê de ye, ji roja 19ê vê mehê ve  hêzên rêjîma Sûrîyê bi piştevanîya firokeyên Sûrî û Rûsî dest bi êrîşa bejahî ser gundewarê başûrê Idlibê kirine û heta niha grûpên çekdarên opozîsyonê hin navçeyan vekişîyane û 3 xalên çavdêrîyê yên Tirkîyê katine herêmên ku di destê rêjîma Sûrîyê de ne.

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist