Akademîsyen Adnan Çelîk wê behsa “Têkoşerîya Polîtîk a Kurdan li Ewropayê” bike

Akademîsyen û lêkolîner Adnan Çelîk wê li Weqfa İsmail Beşikçîyî behsa “Têkoşerîya Polîtîk a Kurdan li Ewropayê” bike.

Navenda Nûçeyan- Li Weqfa İsmail Beşikçîyî ya Stenbolê akademîsyen û lêkolîner Adnan Çelîk wê semînerekê derbarê “Têkoşerîya Polîtîk a Kurdan li Ewropayê” bide. Bername wê 11ê Kanûna Paşîyê saet di 14.30 deqîqeyan de dest pê bike. Çelîk wê di bernameyê de wê li ser salên 1950 û 1960î aktîvîzma sîyasî ya kurdan a li Ewropayê bisekine. Bi taybet jî wê li ser Komeleya Xwendekarên Kurd li Ewropa (KXKE) nirxandinan bike û zanyarîyan bide.

Moderatora bernameyê Kubra Sagir e.

Komeleya navborî di sala 1956an de li Almanyayê ji alîyê 17 xwendekarên kurd ve hatîye damezrandin û di demeke kurt de bûye referanseke sereke ji bo têkoşerîya sîyasî ya kurdên li Ewropayê. Heman komele, piştî pêşketinên li Herêma Kurdistanê gihîştîye 18 şaxan û bi hezaran endamên wê çêbûne. Salên 1960î yên ku li hemû cîhanê wekî dehsalîya "ciwanên şoreşger" tête pênasekirin, ji bo Komeleya Xwendekarên Kurd li Ewropa jî bi heman rengî hatîye dîyarkirin û ji kurdan re mîrateyeke veşartî hiştîye. Di vê pêşkeşîyê wê Adnan Çelîk hew bide ku ew mîrateya veşartî ya salên 1960î derkeve holê û nexşeyeke tora milîtanîzma çandî û sîyasî ya xwendekar, rewşenbîr û pênaberên kurd çêbibe.

 

 

Siyaset Haberleri

Îlham Ehmed û Rohilat Efrîn li Almanyayê ne: ‘Kilîta çareseriyê Federalîzm e’
Hêzên Amerîkayê daketin çolên Îraqê, bi artêşê re şer kir
Şervanê ku malbata wî şîna wî danîbû sax vegeriya malê
Îtalya dê sîstema parastina asmanî bişîne welatên Kendavê
Azerbeycan: Dronên Îranê li Balafirgeha Naxçivanê ketin