Ajansa Reuters: Herî kêm 1500 kes di xwepêşandanên Îranê de hatine kuştin!

Îranê bersiv da: Derew e!

Navenda Nûçeyan- Tê gotin ku di xwepêşandan û alozîyên vê dawîyê yên Îranê de “herî kêm 1500 kes” hatine kuştin.

Ajansa Reutersê ragihandîye, li gorî amarên ku ji sê çavkanîyên nêzîkî hikûmeta Îranê hatine wergirtin, di xwepêşandan û alozîyên vê dawîyê yên Îranê de, ku ji ber giranbûna nirxa benzînê çêbibûn, herî kêm 1500 kes hatine kuştin.

Reutersê daye zanîn, rojekî piştî destpêkirina xwepêşandanan rêberê Îranê Elî Xaminêyî ferman daye hêzên ewlehîyê û ji wan re gotîye: “Bo serkutkirina xwepêşandanan çi lazim be, bikin!”

Ev amar di demekî de ye ku rêxistina Lêborîna Navdewletî (Amnesty International) berîya niha ragihandibû, di xwepêşandan û alozîyên Îranê de herî kêm 304 kes hatine kuştin.

Ji alîyekî din, berdevkê encumena asayişa niştimanî ya Îranê, Elî Riza Zerîfîyan Yegane bertek nîşanî wê raporta Reutersê daye û ragihandîye, ew nûçe û raport derew in û raportên wisa zîyanê digehînin pêgeha wê ajansê.

Basnews

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist