Ahmet Şik ji HDPê îstîfa kir

Parlamenter Ahmet Şik ragihand ku wî ji HDPê îstîfa kirîye.

Navenda Nûçeyan - Parlamenterê HDPê yê Stenbolê Ahmet Şik, li hejmara xwe ya Twîtterê peyamek belav kir û ragihand ku wî ji HDPê îstîfa kirîye.

Derbarê sedema îstîfaya xwe jî Ahmet Şik nivîsandîye ku biryara wî şexsî ye û hêvîya xwe derbirî ye ku bawerî bi ti “teorîyên komployê” neyê anîn.

Herwiha Ahmet Şik aşkere jî kirîye ku wî roja 1ê Nîsanê biryara xwe ya îstîfayê pêşkêşî partîya xwe kiribû û îro ew biryara wî bûye fermî.

Her di dewama daxuyanîya xwe de Ahmet Şik rexne li rêveberîya HDPê jî kirîye û gotîye wî ji ber “helwesta serdest a li nav rêveberîyê ku dûr e ji demokrasî, hêz, wate û nirxên HDPê” biryara îstîfayê daye.

HDPê daxuyanî da

HDPê derbarê îstîfaya parlamenter Ahmet Şik de daxuyanîyek belav kir.

Partîya Demokratîk a Gelan (HDP) di wê daxuyanîyê de amaje bi wê kirîye ku wan ji hilbijartinên sala 2018an ve, li gel Ahmet Şik kar kirine û ked dane.

HDPê derbarê biryara îstîfayê de jî gotîye ku ew biryareke şexsî ya Ahmet Şik bi xwe bûye û hatîye dîyarkirin ku HDPê dê li ser kar û xebatên xwe berdewam be.

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist