Ahmet Ozer hat girtin

.

 Serokê Şaredariya Esenyurtê ya Stenbolê Prof. Dr. Ahmet Ozer hat girtin.

Serokê Şaredariya Esenyurtê Ahmet Ozerê di çarçoveya lêpirsîna “endamtiya PKKyê” de hatibû desteserkirin û bi biryara dadgehê hat girtin.

Ozer piştî îfadeya li Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê bi îdiaya “endamtiya PKKyê” bi daxwaza girtinê sewqî Dadgeriya Cezayê ya Asliyeyê hat kirin.

Dadgehê jî biryara girtina Ahmet Ozer da û ew şand girtîgehê.

Serokê Şaredariya Esenyurtê Prof. Dr. Ahmet Ozer doh danê sibehê hatibû desteserkirin.

Serokê CHPyê yê Stenbolê CHPyê Ozgur Çelîk daxiyaniyek dabû û gotibû:

“Dêriyên avahiya şaredariya bi zorê hatine vekirin û ketine jûrên meqam.”

Ahmet Ozer piştî kar û barên yasayî bi îdiaya “endamtiya PKK-KCKyê” ber bi dadgehê ve hat şandin û tê xwestin ku Ozer were girtin.

Her wiha di berdewamiya pêvajoyê de hat îdiakirin ku qeyûm tayînî Şaredariya Esenyurtê hatiye kirin lê ti çavkaniyên fermî piştrast nekir û CHPyê jî ew îdia red kir.

Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê daxuyaniyeke nivîskî da û got ku Ahmet Ozer di çarçoveya xebatên tespîtkirina endam û çalakiyên PKKyê de hatiye girtin.

Serdozgeriya Komarê îdia dike ku Ahmet Ozer bi Hevserokê KONGRA-GEL Remzî Kartal re bi rêya telefonê axiviye.

Serokê Şaredariya Esenyurtê Prof. Dr. Ahmet Ozer ji Wana Bakurê Kurdistanê ye.

Kurdistan Haberleri

Serokê PWKyê Mustafa Ozçelîk Konferansa Li Rojavayê Kurdistanê Dinirxîne
Waltz û cîgirê xwe dest ji karê xwe berdidin
Mesrefên leşkerî li seranserê cîhanê gihîştin asta herî bilind a 36 salan
Parêzagariya Stenbolê: 384 kes di çalakiyên 1ê Gulanê de hatin desteserkirin
Akademîsyen Azad Elî: Beşeke Durziyan Kurd in