Hunermendê Kurd Ahmet Guneştekîn, pêşangeha xwe ya takekesî ya bi navê "Hûn Ne Li Wir Bûn\ You Were Absent" li Romaya paytexta Îtalyayê vekir.
Pêşangeh, bi sponseriya sereke ya Yildiz Holdingê û bi piştevaniya lojîstîk a Arkas Holdingê li Muzeya Hunerên Modern û Hevdem a Navneteweyî ya li Romayê tê nîşandan.
Kuratoriya pêşangehê ji aliyê Sergio Risaliti û Paola Marinayê ve tê kirin û Angelo Bucarelli jî rêveberiya wê dike.
Di merasima vekirinê de pêşangehê de karsazên navdar ên Tirkiyeyê yên wekî Murat Ulker, Nezîh Barut, Hamdî Akin, Fahrettîn Ertîk, Cem Hakko, Alî Sabanci, Fettah Tamînce, Mehmet Tutuncu û Agah Ugur amade bûn.
Guneştekîn derbarê berhemên xwe zanyarî da beşdarên pêşangehê.
Her wiha hat ragihandin ku du berhemên Guneştekîn ên bi navê “Lehiyên Alfabeyê” û “Roja Heft Çavî” jî li koleksiyona daîmî ya muzeyê hatine zêdekirin û dê bi awayekî daîmî bên nîşandan.
“Ev çalakiyeke hunerî ye ku me serbilind dike”
Ahmet Guneştekîn beriya vekirina pêşangehê got ku vekirina pêşangeheke bi vî rengî li wî welatî ku wekî dergûşa Ronesansê tê nasîn û li yekê ji muzexaneyên herî bi nav û deng ên cîhanê, xwedî girîngiyeke mezin e.
Guneştekîn her wiha got, “Bi baweriya min, ev cara yekem e hunermendek ji Tirkiyeyê li vir pêşangeheke wiha vedike.
Ev di dîroka hunera me de yekem e û gelekî girîng e.
Hêvîdar im ev rewş ji niha û pê de biguhere û hunermendên me karibin li muzexaneyên navneteweyî yên bi vî rengî zêdetir pêşangehan vekin.”
Pêşangeha Ahmet Guneştekîn dê heta 28ê Îlona îsal ji ziyareta hunerhezan re vekirî be.