Adil Ebdulmehdî hikûmet radestî Mistefa Kazimî kir

Merasima radestkirina posta serokwezîrtîyên Iraqê ji alîyê Adil Ebdulmehdî bo serokwezîrê nû Mistefa Kazimî li Bexdayê birêve çû. Kazimî got, me sond xwarîye ku vî welatî biparêzin.

Navenda Nûçeyan - Di daxuyanîyekê de, ofîsa ragihandinê ya Serokwezîrê Iraqê yê nû Mistefa Kazimî ragihand ku merasima radestkirina posta serokwezîrîyê li koşka serokatîya hikûmetê û bi amadebûna serokwezîrê Iraqê yê nû û serokwezîrê dest ji kar berdayî hat lidarxistin.

Li gor daxuyanîyê, Mistefa Kazimî di wê merasimê de ragihand ku wî sond xwarîya Iraqê biparêze. Kazimî got: “Me sond xwarîye ku vî welatî biparêzin û aramîyê bo hemwelatîyan dabîn bikin, û wê peyamê bighînin ku ew hikûmet dê bo peydakirina jîyaneke parstî û rûbirûbûna astengî û zehmetîyên di warên ewlehî, aborî û tendirustîyê de ku rastî welat tên, kar bike.”

Serokwezîrê Iraqê yê berê Adil Ebdulemhdî jî ku posta serokwezîrtîyê radestî Mistefa Kazimî kir, pîrozbahî li Kazimî û hikûmeta wî kir û amaje bi wê yekê da ku kesên jêhatî di kabîneya nû de hene û daxwaza ji kabîneya berê jî kir ku di wergirtina berpirsatîyên nû de alîkarîya wezîrên nû bikin,

Adil Ebdulmehdî proseya pevguhertina desthilatê wek “karekî giring û rûyekî baş ê proseya demokrasîyê” bi nav kir.

Parlamentoya Iraqê roja 7ê Gulanê bi piranîya dengan bawerî da kabîneya Mistefa Kazimî. Di civîna parlamentoyê de, 15 wezîran ji koma 23 wezaretan bawerî ji parlamentoyê wergirtin, 5 wezîr hatin redkirin û cihê 3 wezîran jî betal maye û hêj ti kandîdek bo wan nehatîye destnîşankirin.

 

Siyaset Haberleri

Nêçîrvan Barzanî ji bo vekirina beşa Kurdî spasiya Çînê kir
Li Pirdê ji bo kuştina Mihemed Hêmin welatî daketin qadan
Enstîtuya Kurdî ya Lozanê Konferansa Serxwebûnê li dar xist
Avahiyên kevirî yên di kûrahiya Gola Wanê de hatin dîtin
Rûdawê semînerek li ser koka tevgera siyasî ya Rojavayê Kurdistanê li dar xist