Abdurrahîm Semavî: Ocalan dê dawiya vê mehê derkeve hepsa malê

.

 Endamê Desteya berê ya Aqilmendan Abdurrahîm Semavî got, “Abdullah Ocalan dê dawiya vê mehê derkeve hepsa malê.”

Heyeta DEM Partiyê piştî hevdîtina bi Rêberê PKKyê Abdullah Ocalan re hevdîtinên xwe yên bi partiyên siyasî re didomîne.

Endamê Desteya berê ya Aqilmendan û Serokê Navenda Lêkolînên Stratejîk û Şêwirmendiyê ya Temelê Abdurrahîm Semavî bû mêvanê bultena Rûdawê û pirsên Hêvîdar Zanayê bersivandin.

Abdurrahîm Semavî li ser hevdîtinên heyeta DEM Partiyê got:

“Hevdîtinên şandeya DEM Partiyê yên bi partiyên Kurdistanî re dê dawiya vê hefteyê werin kirin.

Civateke aqilmendan dê were avakirin.

Bi hunermend û rewşenbîrên Kurdan re jî dê hevdîtinek were kirin.”

Abdurrahîm Semavî li ser çûyîna heyeta DEM Partiyê ya Girava Îmraliyê diyar kir ku “li gorî rewşa hewayê dibe ku heyet 12-13ên mehê biçe Îmraliyê” û anî ziman:

“Abdullah Ocalan dê dawiya vê mehê derkeve hepsa malê.

Abdullah Ocalan dê bi xwe mixetab be.”

Abdurrahîm Semavî her wiha anî ziman:

“Berî Newrozê dê biryara danîna çekan were ragihandin.

Hatina gerîlayan a Tirkiyeyê dê serbest be û dê nekevin girtîgehê.”

Hinek xalên girîng ên ku Endamê Desteya berê ya Aqilmendan û Serokê Navenda Lêkolînên Stratejîk û Şêwirmendiyê ya Temelê Abdurrahîm Semavî anîne zimên wiha ne:

Kurdistan Haberleri

Pêywendiyên Kurd û Tirk – Dîrok û Rabirdû II
Hakan Fîdan bi Serokê Komîsyona Heşdî Şebiyê re civiya
Xelkê Dêrsimê nerazîbûn nîşanî danîna stasyona bazê da: ‘Dijminê min e’
Îranê cezayê îdamê yê 5 girtiyên Kurd betal kir
PKK: Em hemû hêzên xwe yên li Tirkiyeyê vedikişînin