Abdurrahîm Firat: Rola Herêma Kurdistanê ya di danîna çekan de girîng e

.

Parlamenterê Erziromê yê AK Partiyê Abdurrahîm Firat li ser danîna çekan a komeke gerîlayên PKKyê got, “Rola Hikûmeta Herêma Kurdistanê gelekî girîng e.”

Parlamenterê Erziromê yê AK Partiyê Abdurrahîm Firat bû mêvanê bultena Rûdawê û pirsên Hêvîdar Zanayê yên li ser pêvajoyê û pêşhatên dawî bersivandin.

Abdurrahîm Firat diyar kir ku hêviya wan ew ku pêvajoya çareseriyê bi silametî bigihêje bi dawî bibe û got:

“Em dixwazin li welatê me her kes bibe xwedî maf û hiqûqê xwe.”

Abdurrahîm Firat li ser rola Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya di pêvajoya danîna çekan a PKKyê de anî ziman:

“Rola Hikûmeta Herêma Kurdistanê gelekî girîng e.

Serokê Rêxistina Îstixbaratê ya Neteweyî ya Tirkiyeyê (MÎT) Îbrahîm Kalin jî Herêma Kurdistanê û bi Serok Mesûd Barzanî û Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re civiya.

Dema danîna çekan a li Silêmanî Hewlêrê dê alîkariyeke gelekî mezin bidin.

Tirkiye û Herêma Kurdistanê her gav hiqûqa hev parastiye, bi hev re tevgeriyane.

Em ji bo rola wan a girîng spas dikin.”

Firat li ser “mayîna fermandarên PKKyê yên piştî danîna çekan a li Herêma Kurdistanê” da zanîn:

“Gava yekem hat avêtin. Niha li Tirkiyeyê di guherîna Destûrê de xebatek heye.

Bi serokatiya Cevdet Yilmaz komîsyoneke 11 kesî hatiye avakirin û komîsyonê dest bi xebatên xwe kiriye.

Partiyên li Parlamentoyê dê bicivin û komîsyonekê ava bikin.

Komîsyon dê di navbera 30-40 kesan pêk were, dê gelek xebat werin kirin.

Dema ku PKKyê çek danîn dê bi yasayan kar û xebat werin kirin.”

Çawkani: Rudaw

Siyaset Haberleri

Baroyên Bakurê Kurdistanê li ser Rojîn Kabaîşê daxuyaniyeke hevpar da
Hemas: Em çekan danaynin û ewlehiya Xezeyê dê di destê me de be
Dadgeha Îranî ya Kermanşahê 20 sal ceza da çalakvanên dînî
Fûara Pirtûkan ya 9em ya Diyarbekirê destpêkir
Ji dema ketina rêjîma Esed ve 41 goristanên bikomî hatine dîtin