93 rêxistinên li Diyarbekirê: Divê Girtîgeha Diyarbekirê bibe muzexane

.

Platforma Parastin û Bipêşxistina Nirx û Dîroka Bajarê Diyarbekirê ku ji 93 rêxistinan pêk tê bi daxuyaniyeke hevpar daxwaz kir ku Girtîgeha Leşkerî ya 5 Nolû bibe muzexane.

 Platforma Parastin û Bipêşxistina Nirx û Dîroka Bajarê Diyarbekirê ku ji 93 rêxistinan pêk tê bi daxuyaniyeke hevpar daxwaz kir ku Girtîgeha Leşkerî ya 5 Nolû bibe muzexane û ji bo ku dubare nebe, ew hafiza neyê jibîrkirin.

Li ser navê platformê Serokê Baroya Diyarbekirê Nahît Eren ragihand ku ji platforma parastina bajarê Diyarbekirê ji saziyên sivîl, jûrên pişeyî û rêvebirên partiyên siyasî yên li bajarê Diyarbekirê pêktê û tevahî 93 rêxistin, heman daxwazê dikin.

Nahît Eren bal kişand ku girtîgeha 5 Nolû ya Leşkerî li Diyarbekirê di 4’ê Tîrmeha 1980’an de hatiye vekirin û li wê girtîgehê girantirîn tawanên li dijî mirovahiyê û binpêkirina mafên mirovî hatine kirin. Loma jî ew girtîgeha ku di 2022’an de hatiye girtin, divê ji bo bîrdanka gelê Kurd zindî bimîne û ew tawan neyên jibîrkirin û dibare nebin, ew daxwaz dikin ku girtîgeh bibe muzexaneya bîrdankê.

Hat daxuyandin ku ew trajedî, dijwarî û rûreşiyên ku li girtîgeha 5 Nolû hatine kirin, bi rêya pirtûk, medya û bernameyên gotebêjî ji bo raya giştî ya navxweyî û hemû cihanê hatiye ragihandin û divê ew hewldanên ku ji bo tawanên li dijî mirovahiyê dubare nebin bên berdewamkirin û girtîhgeh wek muzexane bê bikaranîn.

K24

Siyaset Haberleri

Trump: Eger Îran aştîxwaz be ez dê dorpêçan rakim
Dadgehê piştî 13 mehan hinceta biryara cezayên Doza Kobaniyê eşkere kir
Lûtkeya NATOyê ya li Holendayê bi dawî bû
10 sal di ser Komkujiya Kobaniyê re derbas bûn
HSD: Îdiayên Wezareta Karên Navxwe ne rast in